Tuesday, June 3, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Bekûra hişyariyê derbarê zêdebûna metirsiyên li ser penaberên Sûriyê dide û daxwaza parastineke navdewletî dike

April 16, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Bekûra hişyariyê derbarê zêdebûna metirsiyên li ser penaberên Sûriyê dide û daxwaza parastineke navdewletî dike

Hevrêzkarê Girûpa Karûbarê Penaber û Koçberan a Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ehmed Bekûra, dilgiraniya xwe derbarê bangên ku daxwaza vegerandina penaberên sûrî ji Libnanê û Qibris û Iraqê bi darê zorê dikin nîşan da, û daxwaza destwerdana yekser ji hikûmetên peywendîdar û civaka navdewletî ji bo parastina penaberan kir.

Bekûra di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku hewildanên Libnan û Qibrisê yên rawestandina daxwaznameyên penaberiyê û ragihandina “ewlebûna” hin deverên Sûriyê, nîgeraniyeke mezin peyda dike, û tekez kir ku “ewlehî ne peyveke siyasî ye, lê belê ew rewşin standard in ji bo salixdana jîngehekê ku ne wek rewşa Sûriya niha têre derbas dibe ye,” û anî ziman ku ev yek berovajî pîvanên navneteweyî yên ku vegera bi dilxwazî ​​û ewle ya penaberan garantî dikin e.

Bekûra bal kişand ser wê yekê ku êrîşa kuştinê ya dijî xortê Sûrî Welîd Elî Ebdil Baqî li Libnanê pêk hat, metirsiya cidî ya ku penaber têde dijîn diyar dike, û got ku Ebdulbaqî piştî lêdanê rastî xemsariya pizîşkî hat, ku bû sedema mirina wî, û ev yek nîşan dide ku pêwîst e lêvegerek ji rewşa penaberan re çêbibe û parastina penaberan mukumtir bikin .

Bekûra bal kişand ser ku metirsiyên bi vî rengî li Iraqê jî hene, ku penaberên Sûrî di bin şert û mercên ne ewle de rastî gefên dersînorkirinê tên û ewlehiya wan a kesane dikeve bin gefê de.

Bekûra ji hikûmet û rêxistinên navdewletî xwest ku parastina penaberan û rêzgirtina li mafên wan li gorî yasayên navdewletî dabîn bikin, û tekezî li ser piştevaniya Hevbendiya Niştimanî ji daxuyaniyên Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî bo Penaberan ya derbarê mafê penaberan yê vegera bi dilxwazî û ​​”dema ku ew bixwazin” kir. û destnîşan kir ku divê veger li gorî biryara penaberan bi xwe be, di şert û mercên ku ewlehî û rûmeta wan biparêzin de.

Bekûra bang li civaka navdewletî kir da bi erkên xwe di warê parastina penaberan û dabînkirina vegera wan a bi dilxwazî ​​û ewle rabe, herweha tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li yasayên navdewletî û mafên mirovan û karkirina ji bo cîbicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî ji bo giheştina veguhestineke siyasî li Sûriyê kir.

Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: LibnanPenaberên SûrîQibrus
Share3TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Bekûra hişyariyê derbarê zêdebûna metirsiyên li ser penaberên Sûriyê dide û daxwaza parastineke navdewletî dike

Ebdulletîf: Rêjîma Esed rê li her jiyaneke ewle û aram li welat digire

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.