Ji encama bombebarana asmanî ya hêzên rêjîmê li ser gundewarê Idlib û Hemayê, hejmarek sivîl şehîd ketine, û Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê bal kişand ser ku berdewambûna tawankariyên cengê yên rêjîmê derheqê sivîlan; derfetên gihaştina çareseriyeke siyasî têk dibe.
Dezgehên ragehandinê yên xwecihî gotin ko firokên rêjîmê bi mûşekên valahiyê bajarê Cisir Elşixûr li gundewarê Idlib yên rojava bombebaran kirin, di encamê de sivîlek şehîd ket û hinên din birîndar bûne, û xaniyên niştecihan wêran bûne.
Her weha firokên cengê yên rêjîmê gundên Iştebreq û Elnaciye li gundewarê rojava li Idlibê bombebaran kirin, û firokên perwane bi bermîlên teqîner derdorê gundê Elkindiyê bombebaran kirin, di encamê de malên sivîlan wêran bûne.
Her weha gundê Elmensûre li deşta Elxab li gundewarê Hemayê ket ber bombebaraneke mûşekan ji hêla hêzên rêjîmê ve. Çalakvanan gotin: turumbêleke ku sivîl diguhastin, gava di gund re derbas bû derb lê ket û hat sotandin, di encamê de dora 5 kesan şehîd ketin, û ji ber sotanê nehatine naskirin.
Birêveberê navenda berevaniya sivîl li Qestûn li gundewarê Hemayê, Samir Nesar, got ku endamên me xwe gihandine turumbêla sotayî û kelaxin şewitî têde dîtin, û di heman çaxê ko endamên me dixwestin kelaxan bikişînin, hêzên rêjîmê cihê bûyerê bombebaran kir.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, destnîşan kir ko ev tawankarî tekez dikin ko rêjîm û hevalbendên wê ji bilî zimanê kuştin, bombebaran, dorpêçkirin û koçberkirina kotekî nizanin, her weha girtin û êşkencedana rêbazkirî ji bo miletê Sûrî ji daxwazên wî vekişînin, û bêtir got ko ev tev tawankariyên cengê ne, û tê wê wateyê ku berdewamiya rêjîmê metirsî ye li ser aştî û ewlehiya navdewletî.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî