Serkirdeyekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê dît ku nabe tawanên Esed yên di derheqa gelê Sûriyê de “bêne jibîrkirin”, û tekez kir ku wê ” bimînin kirêtiyek ji civaka navdewletî re heta ku berpirsyarên wan tawanan dadgeh bike “.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, Bedir Camûs di pêncemîn salvegera komkujiya Dareya de got, ku “terora sînorbir ji encamê kêmasiyên civaka navdewletî li hember dadgehkirina terora Rijêmê peydabû, Rêjîma ku bi hezarên tawanan li dijî gelê Sûriyê ji berî sala 2013 an pêk anîne, ya têde rêxistina DAIŞê peyda bû”.
Camûs got ku berdewamiya civaka navdewletî li ser xemsariya xwe li hember sedemên belavbûna terorê li Sûriyê, bû sedemê biserneketina çi qonaxeke veguhêza siyasî ya rasteqîn, ya ku hatî di tekestên biryarên navdewletî de, û cêbicêkirina wê bi “erkekî rewşitî û yasayî ji aliyê NY li hember gelê Sûriyê” hatiye pejirandin.
Û zincîrek ji komkujiyên hovan e ji aliyê hêzên rijêma Esed ve hatin pêkanîn li dijî bajarê Dareya li başûrê Şamê di navbera 22-26ê tebaxa 2012 an de û têde 700 sivîl bûne qurbanî tevî jin û zarokan û hin malbatan bi tevahî.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de dît ku Dareya ” xetîra şoreşê ye” û got ku “ji aliyên ciwanên wê ve nemûneyên balkêş yên xebata sivîl ya aştîxwaz û bi rêkupêk hatin pêşkêşkirin”, û got ku komkujiya Dareya “nemûneyek eşkere ye ji tawankariyên banda Esed û berheviya wan li ser pêkanîna tawan û kiryarên hovane ji bo jinavbirina şoreşê”.
Daxuyaniyê bal kişand ser ku “bîranîna vê komkujî û komkujiyên din yên hatin pêkanîn di derheqê gelê Sûriyê de wê bimînin dexmeyeke reş û kirêt e li ser eniya civaka navdewletî, ya heta niha nikariye rabe bi erkên xwe li hember rawestandina tawanên berdewam û dadgehkirina berpirsên wan tawanan”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî