Ofîsa revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, çend civîn ligel nûnerên revenda Sûrî li bajarên Tirkiyê Mersin û Hatay lidar xistin, û bi wan re rewşa penaber û niştecîhên li Tirkiyê herweha giringiya komkirina hemû penaberên Sûrî di bin banê ofîsên revendê û beşdarbûna wan di biryar de gotûbêj kirin.
Kordînatorê Ofîsê, birêz Mohamed Yihya Mektebî, bal kişand li ser girîngiya peywendiyên berdewam di navbera Hevbendiya Niştimanî û hemû revendên Sûrî de, û bal kişand li ser giringiya mezin ya revenda sûrî li her cihekî li cîhanê û got: “Dê roleke wê ya giring hebe ji niha û pê de”.
Mektebî da zanîn ku dê roleke giring ya van ofîsan hebe di mijarên civakî û çandî de, nemaze di komkirina revenda sûrî di bin banê van ofîsan de, û tekez kir ku divê bibin banekî herî berfireh ji bo komkirina hemû Sûriyan.
Di civînê de behsa hevdîtina herî dawîn ya di navbera serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Abda û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleiman Soyilo de û encamên wê hat kirin, nemaze avakirina Komîteya Hevbeş ya Sûrî-Tirkî ji bo şopandina karûbarên penaberan û çareserkirina pirsgirêkên hemû Sûriyên li Tirkiyê.
Mektebî tekez kir ku dewleta Tirkiyê siyasetên xwe bi Sûryanî re neguhartine, û bal kişand ku Komîteya hevbeş ya Sûrî-Tirk, niha hemû daxwaz û dozên Sûriyan werdigire, ji bo gotûbêjkirina wan û peydakirina çareseriyên baş.
Mektebî li hin pirsgirêkên Sûriyan û pêşniyar û dîtinên wan guhdarî kir, û soz da ku wan bigehîne komîteya hevbeş û aliyên tirk, û gotûbêj li ser wan bibe ji bo dîtina baştirîn çareyê ji her dozekê re.
Herweha pêşkeftinên siyasî yên dawîn yên dosya Sûrî, û avakirina Komîteya Destûrî hatin gengeşekirin, û wî tekez kir ku rejîma Esed berdewam e li ser astengîkirina hewldanên navdewletî yên ji bo çalakkirina proseya siyasî.
Wî da zanîn ku berdewambûna rêjîmê û hevalbendên wê ji bo têkbirina vê dosyayê, dakokiya wan eşkere dike li ser hewildanên ferzkirina çareseriyek siyasî ji derveyî çarçoveya çareseriyên navdewletî, û ya bi tevahî pale dide ser yekalîkirina leşkerî ya xwîndar, weke oparesyonên herî dawî li Idlib û gundewarên Hemayê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî