Desteya Danûstandinan ya Sûrî erêkirina xwe ragehand ji danûstandinên ko şandyarê navdewletî Stîvan Dî Mistora ew vexwendine hefteya dahatî li paytexta Nemsa Viyena û ew jî di çarçoveya operasiyona siyasî ya ko li Cinêvê dest pê kir.
Desteyê di daxuyaniyê de duh pêncşembê got : ‘’li ser vexwendina şandyarê navdewletî Dî Mistora yê taybet bo Sûriyê ji bo amadebûna civîna taybet digel Netewên Yekgirtî roja 25 û 26 vê heyvê di çarçoveya operasiyona siyasî li Cinêvê, desteya Sûrî ya danûstandinan erêkirina xwe radigehîne. ‘’
Berdevkê fermî bi navê desteya danûstandinan Yihya Elerîdî dibêne ko beşdarbûna desteyê di civînên Viyena de tê di çarçoveya tekezkirina li ser pêvajoya siyasî li jêr çavdêriya Netewên Yejgirtî.
Elherîrî bal kişand ser ko Rêkxistina navdewletî ew aliyê pabend e bi cîbicîkirina biryarên wê ji bo dîtina çareseriya siyasî ko Sûriyê ji zordariyê xilas bike û wê ber bi dewleteke azad û dîmuqratî ji hemû hevwelatiyên xwe re be.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî