Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî di dawiya civînên rola xwe ya 49emîn a desteya giştî de daxwiyaniyek belav kir û têde giringî da bobelata mirovahî ya li Idlibê, û serokê Hevbendiyê Enes Elebde silav ji xelkên xweragir ên li Idlibê yên mêrxas û comerd û xwedanên giyanê berxwedanê re pêşkêş kir.
Û Elebde di gotara xwe de tekez kir ku gelê Idlibê û Artêşa Nitimanî rastî bombebaranek giran ji hêla rijêmê û Rûsiyayê ve dibin, ewên sivîlan û jêrxaneya bingehîn armanc dikin, ji bo kuştina sivîlan an jî ajotina wan ber bi derbideriyê de.
Û serokê Hevbendiyê bal kişand ser ku ti guhertin di rola Rûsyayê de çênebûye, ya dixwaze tevaya deveran têxe bin kontrola rijêmê de, di riya siyaseta xaka şewitî re, û sepandina rêbaza rijêmê ya ku her dem bijardeya leşkerî û ewlekarî dide pêş.
Di heman dema de tevaya berpirsyariya kirîza aborî û derdeseriya gelê Sûriyê tê re derbas dibe û hilweşîna nirxê lîreya Sûrî xist histê rijêmê de.
Û endamên Desteya Giştî ya Hevbendiyê tekezî li ser bijardeya berxwedana bi hemî şêwe û rengan kirin, herweha mukumkirina têkiliyan li gel gelê xweragir yên li ser xaka xwe berxwedanê dike, û cext li ser giringiya yekrêziya siyasî û leşkerî û danûstandina bi tevaya gelê Sûrî re li herderê kirin.
Û endaman silavên xwe ji gelê Îraqê yê qehreman re şandin, û herweha ji gelê Libnanê re, û tevaya gelê ereb yên xebatê jibo bidestxistina maf û azadî û rûmeta xwe dikin .
Herweha raporên rêveberî û ofîsên bi ser Hevbenidyê ve di civînan de hatin pêşkêşkirin, û behsa pêşketinên karê Hikûmeta Sûrî ya Demikî jî bû.
Û amadebûyan behsa giringtirîn hevdîtin û civînên ku pêk anîne û astengiyên dikevin pêşiya dosiya siyasî de di dema ku rijêm tevlêbûna nav karê Komîteya Destûrî red dike kirin, û li ser karên hatine kirin jibo şopandina karûbarê hevwelatiya li deverên azad û rewşa penaberan li dewletên penaberiyê rawestiyam.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî