Endamê desteya danustandinên Sûriyê yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê berêz Hadî Elbehra, duhî roja çarşemê ligel serokê komîta têkiliyên derve ya Encûmena Pîrên Amerîka, Senator Bob Corker civiya, û dawîtirîn guhertinên meydanî û siyasî li Sûriyê û nemaze tawanên şer yên berdewam ên ji aliyê hêzên Rijêmê û milîsên Îranê yên terrorist dibin gengeşe kirin.
Berêz Elbehra tekezî li ser giringiya hebûna Amerîka li navçeyê kir ji bo dabînkirina hevsengiya herêmî, da rê nede Rûsiya ku bi tena xwe dest deyna ser çareseriya siyasî li Sûriyê, û rola Amerîka di pirsa pêşvebirina pêvajoya siyasî ya li Cenêv ya bi çavdêriya NY bi “serekî”da zanîn.
Û li ser vê mijarê bal kişand ku Îran dibe kosp li pêşiya pêvajoya siyasî bi rêka handana Rijêmê li ser redkirina çareseriya siyasî û berdewamiya di yekalîkirina leşkerî de, zêdebarî alozkirina rewşa navçeyê bi sedema tawanên milîsên wê yên li dijî sivîlan.
Elbehra daxwaza piştgiriya hêzên artêşa azad kir ji bo dabînkirina aramiyê li navçeyên rizgarkirî ji destê DAIŞê û Elqa’îde, û bal kişand ser giringiya berdewamiya piştgiriya civakên xwecihî yên wek çeperê pêşîn li dijî terorê tên dîtin.
Û bal kişand ku siyaseta niha ya rêveberiya Amerîka wê tundrewiyê bi dawî neke, û seqamgeriya pêwîst li Sûriyê û navçeyê peyda neke, bê piştpêrastkirina stratîjiyeke tevayî ya bi binbirkirina sedemên gewherî yên terorê ya ku rijêma Esed û darudestekên wê nûnertiya wê dikin.
Û amaje bi erkê artêşa azad di dijberiya rêxistina Elqa’îde li Idlibê kir, û tekezî li ser giringiya dûrkirina parêzgehê ji sînyaroyên navçeyên din û giringiya parastina sivîlên wê kir, nemaze piştî gihiştina bi sedhezaran ji koçberên neçarî li parêzgehê.
Ji aliyê xwe ve, Senator Bob Corker, tekezî li ser kirina bizavên guncayî kir, ji bo handana rêveberiya Amerîka ber bi daraştina boçûneke siyasî ya xuya derbarê Sûriyê, ji bo peydakirina aramiyê û sînordarkirina zaliya Îranê û peydakirina seqayekê guncayî bo aktivkirina danustandinên Cenêv.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî