Serokê desteya danustandinên Sûriyê Nesir Elherîrî, tekez kir ku kongirê “Sûtşî” yê ku Mosko ” daxwaza lidarxistina wî dike, ne ligor biryarên navdewletî yên derbarî doza Sûrî ye, û mafên xelkê Sûriyê ji bo dewleteke demokrat û azad bo hemû welatiyên xwe jinav dibe”, û got ku Rijêm rê li pêşiya piroseya siyasî li Cinêvê digire, û divê NY bi rola xwe ya ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî rabe “.
Îro roja pêncşemê, Elherîrî civînek ligel serkirdeyên parêzgeha Der’ayê bi rêka bazineke telefizyonî ya girtî lidar xist û têde got ku “zanyariyên derbarê kongirê Sûtşî yên ku tên bobelat in” û zêdetir got ku Rûsiya bi rêka vî kongirî dixwaze karên xwe yên leşkerî bi rêka kongirekî siyasî li gor xwestekên xwe biser bixe.
Elherîrî cext kir ku opozisyona Sûrî wê berdewam be di cîbicîkirina daxuyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî yên taybet û di serî de biryara 2254 de, û dît ku dabînkirina veguhestina siyasî ya ku di tekesta wan biryaran de hatiye, bitenê riya rizgarkirina Sûriyê ye.
Elherîrî bal kişand ser ku beşdariya desteya danustandinê li Cinêvê bi sûde ye ji şoreş û gelê Sûriyê re, û got “tevî ku wan danustandinan heta niha çi encam nedane, lê beşdarîkirin baş bû ji bo hetikandina Rijêmê û aşkerekirina tawanên wê li pêşiya civaka navdewletî”.
Serokê desteya danustandinê tekez kir ku şanda li Cinêvê dijberiya Rijêmê û hevalbendên wê dike, tevî civaka navdewletî ya ku bi dîtina wî ” bêdeng e” li hember tawanên hovane yên di derheqê gelê Sûriyê de dibin”, û cext li ser yekrêziya hêzên şoreş û opozisyonê li hember Rijêma stemkar û dîktator kir”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî