Serokê desteya danûstandinên Sûrî Dr. Nesir Elherîrî mijarek li hindirê perlemanê Birîtanî li ser kêşeya Sûrî û kartîkirinên wê pêşkêş kir, tê de li ser rola Birîtanya û Yekîtiya Ewropî axivî di bikaranîna fişaran li ser Rûsya û Îranê tako rêjîmê bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê pabend bikin.
Her weha serokê desteya danûstandinan û şanda digel îro sêşembê wezîrê karûbarê rojhelata navîn û bakurê Efrîka Ilîstir û cîgirê rawêjkarê ewlehiya netewî yê Birîtanî Kirîstiyan Tîrnir civiyan.
Herdu aliyan rola Birîtanya li nav koma hevalên Sûriyê gotûbêj kir, û awayên kartêkerina rola komê di rêya bikaranîna dewletên endam li gora karîna xwe ko operasiyona siyasî û ya danûstandinê bipêş ve bidin ji bo çareseriyekê ji kêşeya Sûrî re li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê bibînin.
Ji aliyê xwe ve Birîtanya dîsa piştgiriya xwe ji desteya danûstandinê re û bizavên wê ji bo çareseriya kêşeya Sûrî tekez kir, di heman çaxî de got ku giring e bigehên çareseriyeke siyasî ji bo bidawîkirina derdê miletê Sûrî di rêya operasiyona veguhastina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254.
Roj Girfîtz berdevka wezareta derve ya Birîtanî bi zimanê Erebî li Londonê got: ‘’serdana ko desteya danûstandinan pê radibe parek ji bizavên Birîtanya ye ji bo digel Sûriyan û şirîkên navdewletî kar bike ji bo piştgiriya çareseriya siyasî li Sûriyê. ‘’
Û tekez kir ko ‘’ desteya danûstandinê ya Sûrî şirîkekî giring e di wê bizavê de ji ber cihê baweriyê ye , û ji ber têkiliya wê ya xurt bi miletê Sûrî re hem jî pabendiya wê ya xurt di alîkariya ko derdê miletê Sûrî bidawî bike.‘’
Girfîtz got: ‘’em bi opozisyona Sûrî re ne, ko rêya çareseriya herdemî li Sûriyê di operasiyona veguhastina siyasî de ye li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara encûmena ewlekariyê ya hejmar 2254, her weha em piştgiriya operasiyona Cinêvê dikin ya bi çavdêriya netewên yekgirtî û em daxwazê ji hemê aliyan dikin ko bizavê ji biserxistina wê bikin.‘’
Her weha tekez kir ko desteya danûstandinan jidil beşdarî operasiyona danûstandinan bûye, û bi nêteke baş û bêyî mercên pêşinde’’, û destnîşan kir ko operasiyoneke danûstandinan ya serkeftî hewcedarî du aliyan e, û rêjîma Esed berdewame di astengkirina bizavên ko bigehin çareseriya siyasî, bi taybetî pêkanîna danûstandinên rûbirû red dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî