Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdilîlah Fehed bang li dewletên bira û heval kir ko piştgiriya desthilata Sûrî ya demkî bikin ji bo cihê hêwirînê ji koçberên taxa Elweer ya Humsê re bibînin.
Fehed di daxuyaniyeke taybet de îro bal kêşand ser ko Rûsya û Îranê berpirs in di ber operasiyonên koçkirina kotekî de ya di derheqê niştecihan de dibe, çimkî ew dabînkerên agirbestê ne.
Fehed bêtir got ko operasiyonên koçkirina kotekî û guhertina dîmugrafî (tawankariyên cengê ne). û tekezî li ser redkirina wan operasiyonan kir, yên ko binpêkirineke diyar in ji peymana agirbestê re ya ko di 29.12.2016ê de imze kirine.
Û peymana rêkeftinê dibêje ku her alî wê di herêmên nuha kontrol kirine de bin, û giring e heyberên hawarhatinê derbasî herêmên dorpêçkirî bibin û agirbest pêk were.
Û doh sêşembê beşê duyem yê koçberên taxa Elweer ên ku hejmara wan 393 malbat in bi bal gundewarê Helebê yê rojhilat ve derketin, û beşê yekem di 18 adarê de derketibûn, û piştî du rojan gihan kampa ko ji wan re hatibû terxankirin li nêzîk bajarê Cerabilis li gundewarê Helebê û lê bicih bûn,.
Û taxa Elweer operasiyonên leşkerî yên tund ji destpêka sibata buhûrî dîtine, û heta destpêka vê mehê berdewam bûn, û hêzên rêjîmê çekên asmanî bi tundî bikar anîne, bi rengekî ko wê taxê ji sala 2011ê ve tiştekî wisa nedîtiye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî