Encûmena Niştimanî ya Kurdî, bangawazî ji bo saxkirina duwem bîranîna êrişa terorîstî ya xemgîn li bajarê Qamişlo da, û alîgir û xelkê bajêr han dan ku îro roja înê êvarî li cihê teqînê li nava bajêr kom bibin.
ENKSê di daxuyaniyekê de, daxwaz ji bo “saxkirina bîranîna xemgîn kir ya ” 27’ê tîrmeha 2016 hatibû pêkanîn, û diyar kir ku kombûn dê li cihê teqînê li navenda bajêr , taxa rojava – riya Amûdê” be.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî, Abdul Basit Hemo dît ku êrişên terorîstî yên xwîndar li dijî xelk û bajarê Qamişlo dibin, bi armanca belavkirina tirs û terorê li bajêr e, û got: “heta niha hîç hûrgiliyên vê tawanê nehatine eşkerekirin, û bi taybetî çawa kemyona bi teqemeniyan barkirî derbas bû li nav bajêr di nav hemû rêbendên rijêmê û hêzên ewlekariyê”re, û dûr nexist ku destê rejîma Esed bi terorîstên DAIŞ re têde hebe.
Û êrişên li ser Qamişlo, bûn sedema şehîdbûna bi dehan, di nav de jin û zarok, ji “taxa rojava”, û teqîna lorîyeka mînkirî bû sedema wêrankirina avahiyên nişteciyan yên nêzîk.
Hemo bal kişand ku ew matmayî ye ji derketina DAIȘ ji nişkekave tevlî dûrbûna wan ji navenda bajarê Qamişlo, û kiryarên terorîstî yên hovane li dijî sivîlan pêk tîne, û diyar kir ku ev kiryar hevdem in digel gefên ji aliyê rêjîmê li ser herêmê, ku ew jî wek rêbazeke sîstematîk bi zorê dibin ji bo xelk xwe teslîm bikin.
Herwiha çarşema bûrî sê êrişên terorîstî li nava bajarê Siwêda hatin pêkanîn, hevdem ligel êrîşên hovane yên çeteyan li ser bajar û gundên derdora wê, ku 300 kes têde şehîd ketin.
Hemo tekez kir ku bûyera li Siwêda rûda heta radeyekê digunce digel senaryoya ku berî du salan li Qamişlo pêk hat, û bi giranî ev kiryarên terorîstî şermezar kirin, ku bi armanca peydakirina tirs û terorê di dilê xelkê de dibin.
ji aliyê xwe ve, endamê desteya siyasî Hewas Sadûn cext li ser pêwîstiya xurtkirina ruhê hevkariyê di nava pêkhateyên gelê sûrî de kir, ji bo li dijî hemû kiryarên terorîstî yên li Sûriyê dibin rawestin.
Û got, “Em sersaxiya malbatên qurbaniyên Qamişlo û Siwêda û yên bajarên din yên bi wek van êrîşan bûne qurbanî dikin”, û xwest ku hokarên sereke yên ajawegeriyê û terorê bi dawî bibe, ku rêjîma Esed jêderê wan ê sereke ye.
Û destnîşan kir ku êrîşên di demên hestyar û bi awayekî pilankirî dibin, û got “xuyaye armancên siyasî û leşkerî li pişt van kiryaran hene”.
Jêder:Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê