Karwanên nû yên heciyên Sûrî li serê sibehê gihiştin axa Pîroz li Erebistana Saudî, û Komîteya Bilind ya Hecê diyar kir ku wê pêşwazî li heciyên nû kir, û cihên rûniştinê ji wan re dabîn kirin, û ew li roja çarşemê li benda Karwanekî dîtir in.
Hejmara heciyên Sûrî di vê salê de gihişt 19 hezar heciyê Sûrî, ji aliyê komsiyona Bilind ya Hecê ya ser bi Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê hatiye amadekirin.
Komîte karê xwe li ser sê ofîsan dabeş dike, ofîsa tenduristî, ofîsa olî û ya rêvebirî, û her sal ji bo çavdêriya heciyên ku ji deverên cuda yên Sûriyê û welatên cuda yên penaberiyê, pilana xwe amade dike, û çûn û hatina wan ji cihên wan bo Arafat û Mina dabîn dike.
Herwiha gelek tîmên hevkar yên Komîsyonê hene ji bo alîkariya pêkanîna wezîfeyên xwe yên di bin çavdêriya yek ji rêvebirên wê, ku hejmara karmendên Komîsyonê ji 90 rêveber û karmendan pêk hatiye.
Di sala çûyî de, komîsyona Sûrîyê ji hêla hemû komîsyonên din ve hat rêzgirtin, ji ber encamên baş yên rêxistina çûn û hatina heciyan.
Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Nazîr El-Hakim, da zanîn ku Komîteyê îsal kariye destûra hejmareke zêdetir ji heciyên Sûrî wergire, piştî têkliyên ligel Wezareta Hecê ya Erebistana Saudî, da hejmara heciyan bigihêje 19 hezar hecî, û dupat kir ku tîmên Komîteyê amade ne pêşwaziya heciyan wek heman pênc salên borî bike, da komîte careke din wek yek ji baştirîn komîteyên salê diyar bibe.
El- Hakim spasî û rêzgirtin bo Xizmetkarê Herdû Perestgehên Pîroz, û Hikûmeta Erebistana Saudi diyar kir, li ser guhdana wan bi Heciyan, û xizmet û hêsankirina karûbarên wan û dabînkirina her tiştê pêwîst ji bo pêkanîna ferza hecê bi xweşî û hêsanî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê