Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, Riyad el-Hesen, dît ku rejîma Esed bi rêya dakokiya xwe li ser armanckirina navendên girîng, di nav wan nexweşxane û dibistan, kar li ser mekanîzma jinavbirina binesaziya welêt û civakê jî dike.
Hesen got ku tişta ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê dibe, li dijî mirovan û kevirên Sûruyê ye, û hemû rewişt û yasayên mirovî yên taybet bi bêalîkirina sivîl û nexweşxane û dibistanan ji êrîşan binpê dike.
Hesen tekez kir ku berdewamiya piştgiriya Rûsya ji bo rejîma Esed di kuştin û kocberkirinê de, Rûsya têxe beşk ji nakokiyê, û dibe ev yek bibe fakter ji bo binpêkirina biryarên kongirê Cenevê yên ji bo bidawîanîna şerê bi destê rejîma Esad ji çend salan ve li ser gelê Sûriyê.
Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiyê dît ku rejîm bi rêya vê kampanya xwe ya dawiyê li ser gundewarên Idlibê û Hemayê, hewl dide ji bo têkşikandina hewldanên ji bo pêşketina prosesa siyasî, çi bi rêya hewlên Moskowê be yê bi riya konferansê Soçî, yan jî yên di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî li Cenevê.
Hesen bang ji bo pêwîstiya wê yekê kir ku civaka navnetewî bi hemû dezgehên xwe yên însanî kar bikin ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl, bi taybetî jin û zarokên Idlib û Hemayê, û rawestandina hêzên Esed û Rûsya û Îranê ji kuştin û tawankariyê, û nehiştina bombebaranê ji bo kêmkirina mirina şehîdên zêdetir, û rawestandina kiryarên koçberî û sirgonkirinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî