Îro roja pêncşemê, desteya serokatî û ya siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê de ligel şandeka Birîtanî kom bû, ku ji dibomatkar û berpirsên fayilê Sûriyê li çend dewletên dirawsê pêk dihat, û herdu aliyan di hevdîtinê de behsa guhertinên dawiyê yên meydanî û siyasî li Sûriyê kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Riya Sêf behsa giringiya bihêzkirina hikûmeta demkî ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkê navçeyên rizgarkirî kir, ji bo rêveberî û kargeriya sercem navçeyên rizgarkirî û dubarekirina aramiyê û vegera xelkê koçber bo mal û warên xwe.
Sêf balkişand ku hikûmeta demkî pilanek wê ya tekûz heye ji bo rêvebiriya navçeyên rizgarkirî û aktîvkirina dezgehên dewletî tevî dadweriyê û asayîşê, û pêşkêşkirina xizmetgozariyên serekî mîna perwerde û saxlemiyê.
Ji aliyekî din ve, sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Elhekîm tekez kir ku dibe rêveberiya bajarê Reqê bi rêka hikûmeta demkî bête kirin, û ku dibe xelkê Reqê bi xwe desthilatdariya xwe bikin, û balkişand ku ev yek dibe bête pêkanîn “bi rêka helbijartinan di bin çavdêriya aliyên navdewletî de”.
Elhekîm got ku pêwîst e milîsên ” PYD”ê ji bajarê Reqê piştî rizgarkirina wê ji rêxistina DAIŞê derkevin, û dibe seqamgerî li Reqê dubare peyda bibe û rê bête girtin li pêş peydabûna her rêxistineke tundrew ya nû, bi sedema redkirina xelkên navçeyê ji wan milîsan re, yên ku Amerîka şaşitîk kir dema ku pal da ser wan “.
Herwiha serokê şanda desteya bilind ya danustandinan Nesir Elherîrî tekez kir ku tawanên şer li dijî gelê Sûriyê ji aliyê Bişar Esed û rijêma wî ve hatine pêkanîn, û têde bi sed hezaran xelk hatine kuştin û cext kir ku “heger her aliyek wêrekî li rex hebe bo dîtina çareseriyê li Sûriyê, pêwîst e derkeve û bêje ku me nikarî bi erkê xwe rabin ji bilî derxistina behaneyan”, wek amajekirinê li ser daxuyaniyên serokê Firensa Îmanoyil Makron yên dawiyê derbarê gotina wî “ku wan alternatîvek rewa li Sûriyê nedîtin e”.
Elherîrî di hevdîtinê de got ku danustandinên Cinêvê bi kurtî bûne du beş, beşek baweriyê bi çareseriya siyasî tîne û erênî ye û bi rijd kar ji bo çareseriya siyasî dike, û aliyek din berovajî wê ye û çareseriya siyasî red dike û bi piştgiriya hevalbendên xwe dijberiya wê dike, hevdem ligel hebûna navgînekî (NY), ku nikare bi berpirsyariya xwe rabe, û balkişand ku Rijêm heta niha danûstandina rasteqîn bi piroseya siyasî ya li Cinêv red dike, û tawankariyên şer yên bêhempa di vê serdemê de pêk tîne.
Elherîrî tekez kir ku gelê Sûriyê wê berdewam be li ser tekoşîn û xebata xwe li dijî rijêma Esed ya diktator, û cext kir ku ev xebat wê berdewam be heta ” bidestxistina mafên azadî û rûmetiya gel ya ji bo wê bi sed hezaran qurbanî hatine dan”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî