Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tekez kir ku Rijêm û Rûsiya berdewam in li ser kiryarên qirkirinê li Xûta rojhilat, û bal kişand ku oparesyonên leşkerî nehatine rawestandin û da zanîn ku serokê encûmena xwecihiya bajarokê Elşîfoniyê “Mihemed Camûs” û du endamên encûmenê di komkujiyekê de hatin kuştin.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de dîtiye ku Rijêm û Rûsiya bi sivkayî li biryara navdewletî dinerin û dibîne ku ew tenê hibra li ser kaxezê ye, û wê wek derfet bikar tîne ji bo timamkirina pirojê xwe yê qirkirinê li Xûta rojhilat.
Hevbendiya Niştimanî bal kişandiye ku Rûsiya, bûye aliyek serekî yê nakokiyan, û berpirsyaretiya tawanên şer li Sûriyê bi awayekî rasterast dikevin hustê wê de, û xizmeteke belaş bo terora sînorbir û rêxistinên wê pêşkêş dike.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî sersaxî da malbatên şehîdan, û dubare tawanên berdewam yên li dijî xelkên Sûriyê şermezar kirin, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi erkê xwe li hember parastina sivîlan rabe, û daxwaza pûçkirina vîtoya Rûsiya ya berdewam li konseya ewlekariyê kir, her weha daxwaza standina biryar û bikaranîna fişarên pêwîst ji bo rawestandina qirkirina niha li Xûta rojhilat dibe kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî