Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê binpêkirin û tawankariyên ko hêzên Esed û milîtanên Îranî li bakurê Sûriyê dikin pirotesto kirin, û Îro hêzên rêjîmê bajarokê Circinaz û Elteh amanc kirin, di encamê de wêraniyeke mezin di mal û milkên xelkên sivîl de çêbû, piştî ku bi dehhezaran xelk derketin kampên demkî yên li nav zeviyên derdorê bajarokan ji ber bombebaranê.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe ya îro de got ku divê hemû aliyên navdewletî berpirs bin di ber cîbicîkirina vê peymanê de, û ji wan xwest ko pêvajoya siyasî bipêşve bibin, û zanibin ku amanckirina peymana Idlibê lîstika bi agir e, û alayên artêşa azad ji bo berevanî û parastina sivîlan çêbûne û herdem ew amade ne.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko cîbicîkirina peymana Idlibê erk e li ser milê hemû aliyên têkildar, û derfet ji piştguhkirinê re nîn e, tako nehêlin bobelateke mirovî çêbibe, û ev ji civaka navdewletî tê xwestin ko ji dil tevbigere tako fişarê bide ser rêjîmê û hevalbendên wê, û kar bibe bo pirosesa siyasî bipêş ve bibin, û pêvajoya Cinêvê bi çavdêriya Netewên Yekgirtî li gora biryarên navdewletî yên têkildar dîsa zindî bikin.
Êrîşên rêjîmê û milîtanên tirorist yên Îranî li ser herêmên gundewarê Idlib yê başûr û hemû herêmên agirbestê rojane bêtir dibin, çi bi firokan an bi top û şeşberên giran be, û di encamê de pir şehîd û birîndar di nav sivîlan de ketin.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî