Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê hevdem ligel lidarxistina civîna Parês ya bi beşdariya 30 dewletan ji bo gengeşekirina fayilê bikaranîna çekên kêmyayî, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bilez fişaran pêk bînin ji bo rawestandina bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê û dadgehkirina bikarhênerên wê.
Hêjayê gotinê ye ku karê komîta lêkolîna navdewletî ya hevbeş di navbera rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî û NY de ji aliyê Rûsiya hate pûçkirin, bi rêka bikaranîna mafê redkirinê “Vîto” du caran li dijî pirojebiryarê dirêjkirina karê komîteyê.
Bergiriya sivîl ya Sûrî diyar kiribû ku navçeyên nişteciyên Xûta rojhilat ji aliyê hêzên Rijêmê bi mûşekên gaza jehirdar hatin armanckirin, û bal kişandibû ku duhî duşemê (22’ê çilê paşî) li bajarê Dûma rewşa xenqandinê di nav sivîlan de peyda bû, û piraniya wan jin û zarok bûn.
Hevbendiyê di daxuyaniyekê de gotibû ku “têkşikestina berdewam ya salên borî û rola nerênî ya piraniya aliyan, bû sedema vê rewşa niha”, û gotibû ku îro pêwîstî bi wê yekê heye; NY û dewletên kartêker fişarên rasteqîn ên ligor tewanên li ser axê dibin pêkbînin.
Û gotibû ku ev “binpêkirin netenê dijî civaka navdewletî û biryarên Encumena Ewlekariyê ne, lê belê ew digêhijin asta riswakirina wan aliyan ji ber bêkêriya wan li hember erk û berpirsyaretiyên xwe”.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de hişyarî dabû li hember bikaranîna berdewam ya gaza kilorê bi awayekî pêrewkirî û pilankirî ji aliyê hêzên Rijêmê ve, û hişyarî da li ser bêdengiya li hember vê yekê, ku dibe bibe fakter bo zêdegaviyên nû.
Hevbendiya Niştimanî cext kiribû ku heger Rijêm û palpiştên xwe bêsizdan bimînin, ” ev riftarên wan ên tawankarî nayên guhertin, û wê di binpêkirina biryarên navdewletî de û bikaranîna çekên kêmyayî û tawanên şer û yên dijemirov de berdewam bimînin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî