Monday, 11 September 2017 17:53

Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Parastina Penaberên li Badiyê ji Hewlên Koçberkirinê Dike

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê got ku sivîlên kampên li navçeya Badiya Sûriyê û tevlî şervanên artêşa azad di rewşek dijwar de jiyana xwe derbas dikin, û bi awayekî berdewam tûşî bombebarankirina firokên Rûsiya û Rijêma tawankar tên, tevî êrîşên berdewam yên ji aliyê milîsên terorîst yên Îranê dibin.

Hevbendiyê duhî roja yekşemê di daxuyanoyekê de got ku "xelk li wan navçeyan rastî fişarin berdewam dibin ji bo koçber bibin", û bal kişand ku "şervanên artêşa Isûd Elşerqiyê û hêzên şehîd Ehmed Ebdo rijd in li ser berdewamiya şer li dijî çeteyên Îranê û rêxistina DAIŞê ya terorîst, û parastina xelkê navçeyê ku piraniya wan koçber bûne ji ber zilm û tawanên Esed".

Hevbendiya Niştimanî ji Hevpeymaniya Navdewletî daxwaza peydakirina parastina pêwîst ji sivîl û şervanan re kir, ku divê agirbest tevaya navçeyê li xwe bigire, û rawestandina gefxwarinên dibin ji aliyê firokên dagîrkariya Rûsiya, û herwiha daxwaza "bihêzkirina artêşa azad kir ji bo şervan bikaribin li hember sercem milîsên terorîst rabin".

Û di daxuyaniyê de hat ku " Hevbendî li hember vê yekê destxwwşiyê li Ordina bira dike li ser gihandina alîkariyên mirovî ji bo navçeya Badiyê û bizavên wê yên berdewam ji bo peydakirina pêdawîstiyên jiyanê bo sivîlan", û  hevdem tekeziyê li ser "pêwendiyên bihêz di navbera herdu gelên Sûriya û Ordinê kir, û rijdiya xwe dupat kir li ser bihêzkirina wan pêwendiyan, û amaje bi rola Ordinê kir li ser rola wê ya dabînkirina aştiyê û ewlehiyê bi awayê ku têde daxwaz û mafên gelê Sûriyê dabîn bike ji bo bidestxistina azadî û rûmet û dadperweriyê".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Parastina Penaberên li Badiyê ji Hewlên Koçberkirinê Dike