Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku li her şeş salên borî bi dehhezaran sûrî karîbûn bêcudahî biçin tewafa Heca pîroz bi saya pêşkêşkirina Şahnişîna Erebistana Si’ûdî ji xizmetan re bo heciyên mala xwedê.
Hevbendiyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku hejmara heciyên Sûrî yên li sala par bi 15 hezar heciyan zêdetir bû, û tê pêşbînîkirin ku hejmara hecaciyên îsal bigihêje 18 hezaran.
Hevbendî pesnê hevkariya serkeftî û berdewam di navbera komîta Hecê ya bilind ya ser bi Hevbendiya Niştimanî ve û Wezareta Elhec û Elumre ya Erebistana Si’ûdî de da, û bi navê gelê Sûriyê rêz û supasî ji bo Şahê Si’ûdî û hikûmeta Si’ûdî pêşkêş kirin, li ser pêşkêşkirina destê alîkariyê û rêxweşkirina karûbarên heciyan û peydakirina hemû pêdawîtiyên pêwîst bo bicihanîna ferza Hecê bi hesanî û bê zehmetî.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got: xuyaye ku komîta bilind ya Hecê ya ser bi Hevbendiya Niştimanî ve bi rêkupêk karên xwe birêve dibe û xuyaye ku li ser asteke bilind hemahengiyê ligel Wezareta Hec û Umre ya Si’ûdî dike, û bê alîgiriya siyasî erkê xwe bich dike û xizmetan bê merc ji hemû heciyan re pêşkêş dike.
Hevbendiyê destxweşî li bizavên mezin yên Erebistana Si’ûdî pêşkêşî heciyan dike kir û ji bo pêşkêşkirina xizmetên baştir ji bo heciyên Sûrî tekezî li ser berdewamiya hemahengî û harîkariyê ligel Erebistana Si’ûdî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî