Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikbewriya Sûriyê şehîdbûna Ebdilbasit Elsarût yê ko li aniya şer bo paşxistina dijminkariya hêzên Esed ji ser gundewarê Hemayê ragehand. Her weha sersaxî ji malbat û hevalên şehîd û xelkên bajarê Humsê û Sûriyê re xwest.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de evro şembiyê got: ‘’Sarût evro banga şehîdbûnê pêk tîne û ew jî digehê karwanê şehîdên rûmet û cangoriyê. Û ew wek qehremanê şoreşger bi nav kir‘’
Diyar kir ko‘’ Elsarût ji şoreşgerên pêşîn bû yên şoreşa aştiyê yên ko li meydanên xwepêşindan û mangirtinan de xweragir bûn, ji Humsa paytexta şoreşê ye, ji yên ko bi hemû hêza xwe berevanî dikir û sirûdbêjê şoreşê bû li Himsê”, heta ko bo kotekî bi destê hêzên rêjîmê koçber bû, piştî dorpêçeke tund. ‘’
Û bal kêşand ser ko ‘’ Sirûdvanê şoreşê bi salan ket ber peyketina û peydeçûnê û ji hêla rêjîmê ve amanckirî bû ‘’
Hevbendiya Niştimanî berdewam kir û got: ‘’ Bi berdewamiya rêka azadiyê me gelek simbolên şoreşa xwe winda kirine… diçin lê em her sûr in, her şehîdekî û her girtiyekî û her birîndarekî û çi xwîna ko dirije û her qurbaniyek bo azadiya Sûriyê; me bêtir bihêz û sûr dike ko em berdewam bimînin, û sûrbûna me li ser tekoşînê bêtir dibe ‘’.
Bêtir got ko ‘’ Di nameya cangorîbûnê de em amanca şoreşê ya bingehîn bibîr tînin, ya ko şehîdê qehreman ji bo wê tekoşîn kir, û digel wî hemû pakrewanên şoreşa hêja ya bi amanca azadî û dadwerî û wekheviyê.‘’
Û got: ‘’ Evro em yek ji rastirîn simbolên şoreşê binax dikin, rawestana wî ligel şoreşê neguhêr bû ew dê bimîne nimûneyek ji mirovên Sûrî yên azad ên dilêrên şoreşê re.’’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî