Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko bêçaremana navdewletî hember rawestandina êrîşên leşkerî yên ko rêjîma Esed û hevalbendên wê Rûs û Îranî dijî sivîlan li Sûriyê pêk tînin, ji civaka navdewletî re şermezariyeke bêhempa ye, û baweiya pê û rastgoya wê dixe metirsiyê de.
Razgirê desteya siyasî yê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yihya Mektebî dibîne ko danûstandina berpirsiyarên navdewletî bi dosya Sûrî û qurbaniyan re nagehê asta berpirsiyariya ko dikeve ser milê wê û dezgehên wê, ji ber erkê wan e sivîlan di qeyranan de biparêzin.
Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî îro pêncşembê li bajarê Xazî Entabê civînek lidar xist ji bo pêşveçûnên siyasî û meydanî yên dawî gotûbêj bikin û dîsa daxwaz ji civaka navdewletî kir ji bo bikarhatina gaza jehrîn ji hêla rêjîmê ve bête sizadan û hemû tawankariyên rêjîm derheqê sivîlan de pirotesto kirin.
Mektebî bal kişand ser berdewambûna berpirsiyariyên navdewletî di xistina berpirsyariyê ser hemû aliyan, û tawankar û qurbaniyan dikin wek hev, mijareke nesincîtî ye, û got lu giring e Netewên Yekgirtî bi berpirsiyariyên xwe rabe û êrîşên rêjîm û milîtanên wê pê radibin pirotesto bikin, çimkî ew tawankariyên cengê ne û li dijberî yasaya navdewletî û ya mirovî ye.
Çend herêmên Sûriyê tûşî êrîşên leşkerî yên bêhempa bûne, di encama wan de bi sedan kes şehîd ketine û birîndar bûne, û jêrxan û baregehên tendiristî wêran bûne.
Yekîtiya Bijîşkên Sûrî yên azad li Xûta rojhelat duh çarşembê rawestaneke pirotestokirinê li ser koma wêraniya Nexweşxaneyekê pêkanîne, bêdengiya navdewletî ya bo van komkujiyên ko rêjîm bi hemû çekên qedexe û gaza kilora jehrîn pêk tîne pirotesto kirin.
Jêder: Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî