Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê hişyarî da ku berdewamiya zêdegaviya leşkerî ya Rijêmê ya bi piştgiriya Rûsiya, helbet wê bibe sedema têkçûna çareseriya siyasî, û bal kişand ku hişdariyên navdewletî yên li hember bikaranîna çekên kêmyayî, rewşa bêkarî û bêdengiya navdewletî di derheqê gelê Sûriyê de diyar dike.
Hevbendiya Niştimanî li ser zarê calakvanên Xûta rojhilat got ku nûçe hene li ser bikaranîna çek û teqemeniyên bihêz û giran, ku avahî bi ser nişteciyan de wêran dibin, û çêbûna pêleke koçberiyê di hindur Xûtayê de, û rewş ber bi bobilatek kêmwêne diçe.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de gotiye ku berdewamiya zêdegaviyê wê helbet bibe sedema têkçûna çareseriya siyasî, û got ku pêdiviye civaka navdewletî bilez karê xwe bike ji bo rawestandina vê hilmeta terorîstî û danîna sînorekî ji rijêmê û piştevanên wê re.
Daxuyaniyê bal kişandiye ku rêveberiya Amerîka hişyariyê dide derbarê bikaranîna çekên kêmyayî, lê ji bîr dike ku bikaranîna çekên kêmyayî bûye riftarekî rojane ji riftarên binpêkirina biryarên navdewletî û derbaskirina hêlên sor yên tên gotin, û hevdem bêkarî û têkşikestina navdewletî û neheqiya li hember gelê Sûriyê eşkere û riswa dike.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de dîtiye ku êrîşa niha dibe zêdegaviyek metirsîdar e, û têde bi awayekî aşkere rijêm hewla têkbirina çareseriya siyasî bi sercem astên wê ve dide, bi rêka bombebaran û derbaskirina sercem sînoran û hêlên sor yên têne gotin.
Herwiha daxuyaniyê bal kişandiye ku ev guhertin han didin ku çavdêriyên çareseriya siyasî lezê bikin, ji ber ku nabe komkujî û êrîşên terorîstî li ser sivîlan berdewam bin ligel her rengekî ji rengê çareseriya siyasî ya berdewam li hember zehmetî û astengiyan tê, tevlî nebûna rastogiyê û pabendiyê ji aliyê rijêmê ve bi carekî.
Û Hevbendiyê cext kiriye ku bêdengiya navdewletî û bêdengiya dewletên çavdêrên çareseriya siyasî li hember van êrîş û komkujiyan, ronahiyeke kesik dide berdewamiya tawankariyê, û xelkê Sûriyê vê yekê wek beşdariya di destdirêjiya li ser xwe dibînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî