Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî kiryarên koçberkirina neçarî yên li dijî sivîlan li navçeyên cuda cuda yên Sûriyê dibin şermezar kirin, ku dumahîk kiryar li gundewarê bakurê Himusê û li başûrê Hemayê bûn.
Hevbendiya Niştimanî ev kiryar bi pirojeyên guhertina demigrafî dan zanîn, û bal kişandibû ku ev kiryar ji aliyê Rijêmê bi piştgiriya “herdu dagîrkeran Rûsiya û Îran” têne kirin.
Hevbendiya Niştimanî gotibû ku Rijêm bi karên cuda cuda yên hovane radibe ji bo neçarkirina xelkê li ser barkirinê, û gotibû: “Rijêm sercem awayên kuştin û bombebaran û tawankariyan dike, tevlî zordariyê û kiryarên xapandinê bi rêka kongir û rêkeftinên vala ên ku yekser ji aliyê Rûsiya û Îranê têne berovajî û binpêkirin û têne bikaranîn ji bo beravêtîkirina her hewleke aştiyê”.
Hevbendiyê tekez kiribû ku her rêkeftinek girêdayî be bi koçberkirinê û guhertina demografî, ew rêkeftin nerewa ye û neyasayî ye, û cext kiribû ku “ew bi darê zorê û bikaranîna tawankariyan têne pêkanîn”, û gotibû: ” Maf û deshilata çi aliyekî nîne, behaneyan ji koçberkirinê re deyne yan danpêdanê bi encamên wê bike”.
Hevbendiya Niştimanî hişyarî dabû li ser ku guhertinên niha, yên yekser dikevin di berjewendiya pirojeyê Îranê de yê li ser belavkirina şêlupêliyê û hinartina tundutîjî û terorê û peydakirina nakokî û milmilaneyeke mayînde li navçeyê bi riya kiryarên qirkirinê yên netewî û olî ava dibe, bi biryarek siyasî ji aliyê Îranê û bi piştevaniya Rûsiya.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza rawestandina tawanên li dijî sivîlên gundewarê Himus û Hemayê ji civaka navdewletî kiribû, û hişyarî dabû li ser karvedanên pirojeyê koçberkirina niha li Sûriyê dibe, û herwiha li ser sivîlên navçeyên têne dagîrkirin, hevdem ku Rijêm nakokiyên mezhebî gur û geş dike ji bo rajeya armanc û ajendeyên jêderên nakokiyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî