Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, kuştara dagîrkerê Rûsî li bajarê Me’erşorîn li gundewarê Idlib pêkanî û bi dehan sivîl tevlî jin û zarokan têde bûne qurbanî protesto kir.
Hevbendiya niştimanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de îro çarşembê daxwaza tevgereke navdewletî kir ji bo tawankariyên Rûsya û rêjîmê rawestînin, Hevbendiyê got ko daxuyaniyên nûnerên dewletên kartêker tu fişarê nadin ser rêjîmê û rûsya, hem jî civaka navdewletî bêguneh nake ji berpirsiyariyên wê yên yasayî û mirovî beraber rizgarkirina sivîlan û parastina aştî û ewlekariyê li Sûriyê .
Ragihêneran ji gundewarê Idlibê gotin ko çar firokên cengê yên Rûsî barê xwe bi ser herêmên niştecihan de li bajarê Me’erşorîn li gundewarê Idlib avêtin, ku di encamê de 17 kes şehîd ketin û 35 birîndar bûn, û diyar kirin ko bombebaran bi mûşekên teqîna wan mezin û tund kirine, û wêraniyeke mezin di avahî û bargehên xizmetkariyê de çêkirine.
Berevaniya sivîl ya gundewarê Idlibê tekez kir ko ji nav şehîdan 13 kes ji malbatekê ne, ji nav wan 4 zarok in û du jin in , û got ko tîmên berevaniya sivîl bilez gihiştin cihê amanckirî û bêtir ji 30 sivîlî rizgar kirin.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ko danûstandin û çareserkirina siyasî di metirsiyeke rastî de ne, û gerek civaka navdewletî û Encûmena Ewlekariyê piştgiriyeke baş bo parastina operasiyona danûstandinan dabîn bike, û wê ji rewşa pûçbûnê derxîne û wê têke rewşa jidil û kartêker, û giring e biryarên navdewletî yên bi binpêkirinan têkildar in kartêker bibin, û bi taybetî biryara Encûmena ewlekariyê 2268 û 2254, û dabînkirina sizakirina çi kesê wan binpê bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî