Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê hişyarî da ji operasiyonên bombebarana bêserûber ya li ser bajar û bajarokên Sûriyê ku ew ê bihêle operasiyona siyasî tune bibe, berpirsiyariya tekûz ya wê jî da ser mile Rûsya bi sedema ko piştgirî û şirîkatiya hêzên rêjîmê di tawankariyan de dike.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Selwa Iksoyî got: “em hişyariyê didin ji çavgirtina ji tawankariyên ko li Sûriyê dibin, bi sedema operasiyonên kuştinê ko Rûsya dike ”, û diyar kir ko bombebarana bêserûber “sivîlan û hêzên şoreşê amanc dike, bi amanca ko wan tune bikin.”
Û tekez kir ko Mosko berpirsiyariya tiştê tê serê operasiyona siyasî ye, eger têk çû an rawestiya .
Encûmena xwecihî ya Cisir Elşixûr ragihand ko bajar ketiye rewşeke bobelatî de bi sedema bombebarana asmanî ya tund ji hêla firokên rêjîmê û hevalbenda wê Rûsya.
Û di daxuyaniyeke encûmena xwecihî de îro sibehê belav bûye ko “bombebarana berdewam li ser taxên niştecihan û bargehên sivîl hişt niştecihên bajêr neçar bibin birevin gundên derdorê , em radigehînin ko bajarê Cisir Elşixûr bi tekûzî di bobelatê de ye. ”
Daxuyaniyê ji rêkxistinên mirovî û yên bijîşkî daxwaz kir ko rewşa nebaş ya ko li bajêr çêbûye bi sedema bombebarana tund çareser bikin, û her weha çareserkirina rewşa penaberên di bajêr de asê mane.
Birêveberiya perwerdeyê ya bajarê Helebê li bajar û bajarokên gundewarê Helebê yê rojava û yê başûr, çûna dibistanan bi sedema bombebarana Rûsî û ya rêjîmê rawestand, û drbarê bobnebarankirina dibistanan got ku ew “karê tirsonekan e”, û daxwaza sizakirina kirdeyên wan kir.
Her weha birêveberiya perwerde û fêrkirinê ya bi ser desthilata Sûrî ya demkî ve, di daxuyaniyê de daxwaz kir ko bombebarana asmanî ya Rûsî ya ko dibistanên parêzgehê amanc dike raweste, û diyar kir ko ewê bombebaranê 2 dibistan wêran kirine ko bi sedên şagirtan dihatin wan.
Birêveberiyê destnîşan kir ko Rûsya peymana kêmkirina şer binpê kiriye û dibistan amanc kirine, û di encamê de 150 hezar zarok û 8 hezar mamoste ji fêrkirinê bêpar kirine, piştî ko birêveberiyê ji tirsa bombebaranê karê dibistanan rawestand.
Û firokên Rûsya îro Idlib û gundewarê wê bi 65 êrîşan bi kêmanî amanc kirin , ku 31 gund û bajarokên parêzgehê ketine ber wan êrîşan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî