Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Mamoste Ebdulrehman Mistefa, û Emîndarê Giştî Dr. Nezîr Hekîm pêşwaziya cîgirê emîndarê giştî yê encûmena karûbarê giştî yê Yekîtiya Ewropayê Giyan Krîstof Bîlîyar û şanda ligel wî li avahiya Hevbendiyê li Stenbolê kirin.
Herdû aliyan pêşhatên meydanî yên dawî li ser asta cîbicîkirina rêkeftina Idlibê û aktîvkirina rêveberiya sivîl li tevahiya deverên azadkirî, herwiha behsa prosêsa siyasî û hewlên astengkirina wê ji aliyê rejîmê ve di berjewendiya projeya wê ya leşkerî de kirin.
Mistefa di rûniştinê de behsa serdanên Hevbendiya Niştîmanî yên vê dawiyê bo deverên azadkirî, û hevdîtinên berfireh ligel nûnerên encûmenên xwecihî û encûmenên dadwerî û polîs û fesîleyên leşkerî kir.
Û tekez kir ku dever bi hewceyî piştevaniya rêvebirineke sivîl e, û da zanîn ku ev di berjewendiya aramî û ewlehî û bilindkirina sta xizmetguzariyan de ye, di berjewendiya welatiyên sivîl de.
Mistefa got: Em kar li ser çend projeyan dikin bi armanca guhertinên bingehîn di rewşa giştî de li deverê, herwiha sûdwergirtina ji rawestandina operasyonên leşkerî yên rejîmê piştî îmzekirina rêkeftina Idlibê”, û diyar kir ku ev guhertin dê bêhtir li ser nehiştina rewşa leşkerî û veguhestina ji bo rêveberiya sivîl ya ku dê giringiyê bide damûdezgehên dadwerî û polîs.
Serokê Hevbendiya Niştîmanî girngiya Yekîtiya Eropayê di piştevaniya van projeyan û alîkariya bicihkirina sivîlan di wan deveran de destnîşan kir, û da zanîn ku Yekîtiya Ewropayê” Hevpişkekî rasteqîne ye ji gelê Sûriyê re, û em bihêvî ne ku piştevaniya projeyên me yên geşepêdan û çaksaziyê yên ku alîkariya me di rûbirûbûna rejîma Esed de dikin bike “.
Herwiha civînê behsa prosêsa siyasî kir, û serokê Hevbendiyê tekezî li ser pêwîstiya sûdwergirtin ji rêkeftina Idilibê kir, ya ku bi karînên “Tirkiyê” hate kirin, ji bo destpêkirina prosêseke siyasî ya rasteqîne, û hêvî xwest ku karê komîteya destûrê meha bê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî dest pê bike, li gor ku şanderê navdewletî di civîna dawî ya Encûmena Ewlekariyê de behs kiribû.
Jêder: Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê