Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku rêkeftina di navbera Tirkiyê û Rûsya de ya derbarê Idlibê rê li ber çareseriya siyasî li Sûriyê vedike, û cext kir ku ew rê digire li pêşiya rejîmê ji bo pêkanîna tawaneke nû li dijî sivîlan û cêbicêkirina pilanên koçberiya wan bi darê zorê.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de tekez kir ku peyman “gaveke girîng û pêwîst bû”, bi taybetî ji bo misogerkirina ewlehiyê ji bo bimilyonan kes ji welatiyên sivîl û koçberên li Idlibê, digel misogerkirina mana wan di malên xwe de, û herwiha rê li ber çareseriya siyasî vedike, û diyar dike ku bijardeya kuştin û koçberiya bi darê zorê ser neket”.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku rêkeftin bi derengî hat û rê ji demeke dirêj de li pêşiya vê peymanê vekirî bû, û derfet hebû ku çareserî peyda bibe ji bo rawestandina rijandina xwînê û wêranekirina welat, lê rejîm û hevalbendên xwe berdewam bûn di bikaranîna hemû peyman û agirbestan ji bo jinavbirina çareseriya siyasî”.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got ku di dema ku hemû hewldanên hêzên şoreşê û opozisyonê ji berê de û hêjî berdewam in “ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya rastyeqîn, wekî takebijardeya ligor demê ji bo dabînkiruna xwestek û mafên hemû Sûriyan”.
Hevbendiya Niştimanî cext kir ku ew pabend e bi cêbicêkirina vê rêkeftinê û serederiya cidî û erênî ligel wê û got: “Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê pabend ma ji bo serkeftina her peymanekê bikaribe çareseriya siyasî bêxe ser rêya rast a li gor biryarên navnetewî”, û got: “ew îro jî piştrast dike ku ew jidil û erênî dê serederiyê ligel vê peymanê bike”.
Herwiha Hevbendiyê rêkeftin bi “berhem û encama xweragiriya gelê sûriyê li hember gef û êrîşan, û serkeftina hewlên Tirkiyê yên hêja dît, ku karî dawiyê li nakokiyan bîne û pilangeriyeke mezin ji holê rake, û deverê û sivîlan ji bobilat û metirsiyeke mirovî rizgar bike”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî