Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekez kir ku hilbijardinên ku rêjîm li deverên di bin kontirola xwe de bike nerewa ne, û dît ku ew jj hêla rêjîmeke terrorist a nerewa û ne cihê baweriyê pêktên.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de, tekez kir ku hilbijartinên rêjîmê tenê rêşûnên istixbaratî ne, ti nirxê wan ê dezgehî bicarekê tune ye, û bi yekcar bi awayekî cidî lê nayê temaşekirin.
Û Hevbendiyê bal kişand ku ji dema rêjîm hatiye ser desaletê hilbijartin çênebûne, û her tiştê di bin navê hilbijardinan de diqewime, tenê rêşûnên şanoyî ne, di bin lepên ewlehî û leşkerî de çêdibin.
Û got ku tenê tiştê îro hatî guhartin ew e, hilbijartin di dema ku nîvê hejmara Sûriyan koçber bûne de çêdibin, û welat di bin dagîrkeriya Rûsî û Îranî de ye, û ew heilbijartin bi serperştiya Milîşyayên Nandoz û Elheres Elsewrî Elîranî de dibe.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku hewildana xweşikkirina vê rêjîmê di riya vê şanoya eşkere re, dê têk biçe û biser nakeve, ji ber ku cîhan tev dizane ku ev şano tenê cihê pêkenînê ye, ji aliyê Sûriyan ve berî kesên din, û tu carî rewayê nade vê rêjîma terrorist, û tekez kir ku hebûna wê tenê girêdayî dagîrkerê biyanî û kuştin û tewanan e.
Û bal kişand ku ev rêjîm ji dema ku hatiye ser desaletê de ti piştgiriya gelêrî ya rasteqîn wernegirtiye, û got ku hin navên lîsteyên berbijaran ji kesên di lîsteyên cezayan de ne, ji ber beşdariya wan di kuştina gelê Sûrî de.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku pirosesa hilbijartinên rewa li Sûriyê, tenê ew e yaku di biryara Encûmena Ewlekarî 2254 de hatiye, ya li ser encamên pirosesa siyasî ava dibe, ta bighîne desteya hukumdariya veguhêz bi temamiya desthilatan ya serpereştiya pirosesa hilbijardinên zelal û paqij bike, daku perlemanter û serok nûnertiya gelê Sûriyê bikin û bi beşdariya tevaya Sûriyan be, û di bin serpereştiya saziyên navnetewî pirosesa hilbijartinên pak û zelal û hevseng misoger bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî