Îro çarşemê li baregeha Hevbendiyê li Stembolê Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi amadebûna serok Riyad Sêf, civînek ligel nûnerên hêzên Artêşa Azad lidar xist.
Di civînê dawîtirîn pêşdeçûnên meydanî û siyasî, nemaze pabendiya Rijêmê û palpiştên wê li ser cêbicêkirina rêkeftinên agirbestê hatin gengeşe kirin, tevî gengeşekirina astê kargeriya dewletên gerantor ji bo pêkanîna wê yekê û standina rêşûnên pêwîst derbarê kêmasiyan nemaze rawestindina tundutîjiyê û gihandina alîkariyên mirovî.
Herwiha di civînê de pêvajoya siyasî ya li Cinêv û sedemên rawestana wê û neçûna ber bi danustandinên rasteqîne heta niha, û alavên berdest ji bo pêkanîna wê.
Û gotubêjin di navbera desteya bilind ya danustandinan ligel herdu platformên Qahîre û Mosko li paytrxta Erebistana Si’ûdî Riyad, û encamên wan gotubêjan hatin gengeşe kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf nûnerên artêşa azad bi encamê serdana şanda Hevbendiyê bo Erebistana Si’ûdî, û hevdîtina vê dawiyê li Stembolê ya ligel mezine berpirsên wezareta derve ya Tirkiyê agehdar kirin.
Di civînê de hemû hevdeng bûn li ser giringiya hemahengiyê ligel dewletên bira û dost, û serokê Hevbendiyê tekez kir ku nêrîna Hevbendiya Niştimanî derbarê kongirê Riyad 2 yê çaverê li demkê nîzîk lidar bikeve, balê dikişîne li ser giringiya berdewamiya hemahengiyê di navbera sercem aliyên opozisyonê û pêkhateyên gelê Sûriyê û saziyên sivîl de ji bo bilindkirina astê dezgehên şoreşê yên bi nûnertiya Hevbendiya Niştimanî û artêşa azad û desteya bilind ya danustandinan ji bo rûbirûbûna pêşhat û maf û parên qonaxa bê.
Ji aliyê xwe ve, nûnerên hêzên artêşa azad rijdiya xwe li ser berdewamiya hemahengiyê li ser asteke bilind û berdewam di navbera dezgehên Hevbendiya Niştimanî de diyar kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî