Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, workşopek ji bo gengeşekirina rewşa penaberên sûrî li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê li dar xist, û pilaneke kar ji bo qonaxa tê pêşinyar kir.
Û hejmarek ji çalakvanên tevgera şoreşgerî û ragihêner û mafnasan beşdar bûn, her weha nûnerên rêxistinên civaka sivîl yê guhdanê bi warê geşepêdanê dikin, û hejmarek ji endamên desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî jî beşdar bûn.
Û hejmarek ji arîşeyên ku penaberên sûrî li Stenbolê dibînin di ecindeya kar de hebûn, her weha gengeşekirina derfer û destpêşxeriyên pêkan ji bo kêmkirina bîntengiya di nav civaka tirkî de çêbûye.
Û seroka Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî, Emel Şêxo, tekez kir ku hîn derfet hene ji bo çaksazkirina tevaya şaşiyan, û mukumkirina têkiliyên hezkirinê di nav gelê sûrî û tirkî de, û tekezî li ser giringiya eşkerekirina gotgotên derew û nehêlana belavbûna wan kir, û dît ku piraniya gotgotan ji hêla alîgirên rojêma Esed derdikevin.
Û bal kişand ku rijêma Esed kesin şandine ji bo pêkanîna kiryarên xerab û metirsîdar di nav civaka tirkî de, ji bo şêwandina wêneyê penaberan û kêmkirina aramiyê li Tirkiyê.
Û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî wê berdewam be di guhdana rewşa penaberan li Tirkiyê, û hevdîtinên rolî lidar dixe ji bo pêşkêşkirina raman û destpêşxerî û çalakiyên civakî yên hevbeş, ji bo kêmkirina bîntengiyê û nêzîkirina herdû gelen ji hev.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî