Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Abdulbasit Abdulletîf, û endamin ji desteya serokatiyê û ya siyasî, hevdîtinek bi cîgirê serokê Partiya Dad û Geşepêdanê AKP li Antakya birêz Nejdet Brek pêk anîn, û pêre rewşa revenda sûrî li bajarên Antakya û Rîhaniyê û çawaniya başkirina niştecîbûn û jiyana wan gitûbêj kirin.
Û emîndarê giştî pêşwaziya ku Tirkiyê li panaberên sûrî kiriye bilind nirxand, û tekez kir ku desthilat û herweha gelê Tirkiyê baştirîn pişt û pal bûn ji Sûriyan re, û bi baştirîn reng bi erkê xwe yê mirovî derbarê wan rabûne.
Û endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimaî, Ehmed Remedan, bal kişand ser giringiya karê rêveberiya iyaleta “Hatay” kiriye, di riya rêxistinkirina karê revenda sûrî li wê deverê, û tekezî li ser giringiya hevdîtinên rêxistî li gel aliyên Tirk ên fermî kir, û karê iyaletê yê rêxistinkirina pirogramê rahênan û avakirina karînên penaberên sûrî bilind nirxand.
Û ji aliyê xwe de ,endamê desteya siyasî Abdulmecîd Berekat, amaje bi giringiya hişyarkirina sûriyan bi yasayên tirkî kir, ji ber ku ew agahî dê wan dûrî piroblemên ku li Tirkiyê rastî wan tên bikin, û xwest ku hevkarî li gel dezgehên Tirkiyê yên fermî di vê derbarê de bibe.
Û cîgirê serokê AKP , birêz Nejdet Brek, pêşwazî li pêşinyarê endaman kir, û tekezî li ser giringiya xalên ku gengeşe li ser bûye û ramanên hatine pêşkêşkirin ji bo şopandina rewşa Sûriyan û çawaniya jiyana wan kir.
Û amadeyan tekezî li ser xurtiya peywendiyên dostanî û dîrokî di nav gelê Sûrî û yê Tirk de, û giringiya mukumkirina peywendiyên hezkirin û hevkariyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî