Rêkxistineke mafnasiyê ya navdewletî tekez kir rêjîma Esed karê derxistina yasaya hejmar 10 dike bo bidestxistina milkên sivîlên hatine koçberkirin û derbider bûne, û dibîne ko ew ê asteng be li pêşiya vegera wan ya paşerojê.
Rêkxistina Human Rights Watch îro sêşembê lîsteke pirs û bersiv derbarê yasaya hejmar 10 derxist, ya ko rêkxistina navdewletî wê wek yasayeke rêjîmê ya bi behaneya rêkxistina avahiyan dibîne, lê ew ê astengeke sereke be li pêşiya vegera penaberan.
Rêkxitinê diyar kir ko desthilata Esed, li gora yasaya hejmar 10, xwe ji destdanîna ser milk û malên sivîlan û nûavakirina bêyî pêrabûnên yasayî yên pêdivî an peredan re amade dike.
Lema Feqîh cîgira birêvebera beşê rojhilata navîn ya Human Rights Watch got: ‘’ yasaya hejmar 10 nîgeraniyeke din çêdike ligel yasayên pilankirina avakirinê ya ko ji bo bidestxistina milkên xelkê bikar aniye bê ko mercên yasayî an peredana xelkê pêk bîne.‘’
Feqîh got: ‘’ Dewletên piştgiriya nûavakirinê li Sûriyê dikin, berpirsiyariya vê yasayê derbarê vegera derbider û penaberên Sûrî hildigirin.‘’
Human Rights Watch di rêber-pirtûka xwe ya li ser yasaya hejmar 10 derxistî, got ku ev yasa çarçoveyeke fermî dide rîjîmê ku milkên xelkê bibe, û rêjîm di destê wê de ye girêbestên avakirin û pêşvebirinê bi kompaniyan re girêde, û pişkan li herêmên rêkxistin bûne bide wan.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê daxwaz kir pirosêsa dîsa-avakirinê piştî vegera penaberan û veguhastina siyasî ya tekûz pêk bê bibe, û ev di kargeha kar de ya bi hevkariya rêkxistina ‘’ Elyewm Eltalî‘’ de hatiye.
Serokê Hevbendiya niştimanî tekez kir ko ev yasa bicihkirina operasiyonên koçkirina kotekî û guhertina dîmugrafî ye, û namak ji serpereştên dewletên hevalên Sûriyê û ji encûmena kendava erebî û komkara dewletên erebî re şand, têde metirsiyên yasayê şirove kirin û dibîne ko ew xizmetek ji pirojeyê Îranê re ye.
Human Rights Watch di raporta xwe de diyar kiriye ko derbider hejmara wan 11 milyon in, dê bêtir ziyanê bibînin ji ber çûna milkên wan li gora yasaya hejmar 10, bi taybetî yên reviyayî ji herêmên ko li dijî rêjîmê rabûne ko piraniya wan nikarin vegerin û daxwaza milkên xwe bikin an hin ji mirovên xwe bikin wkîl an wekîlekî yasayî ji ber dema ko bo yasayê dane pir kurt e.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî