Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê dibîne ko Îran beraberiya Rûsya û civaka navdewletî dike bi mana xwe li Sûriyê, û destnîşan kir ko ew fermanberê welat yê rasteqîne ye, û nahêle çi pêşketin di pirosêsa siyasî de an têkbirina tiroristiyê de çêbibe û nejî aramî pêk wewe.
Razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya niştimanî Riyad Elhesen îro duşemê got ku Îran hêj li pey bêserûberiyê li Sûriyê û herêmê ye, û napejirîne ko dest ji pirojeyê xwe yê veguhestina (şoreşa Xumeyniyetê) ber bi dewletên derdorê ve berde.
Elhesen bal kişand ser ko têwerdana Îranê di Sûriyê de hêj girêka girêkan e, û got: “Tehran piştgiriya mana Elesed dike piştî ev qas tawankariyên cengê, û nahêle çi çareseriyên siyasî li Sûriyê pêk bên ji bil çareseriya ko ew dixwaze’’.
Elhesen got ko Îran berpirsiyara pêkanîna bi dehên komkujiyan li Sûriyê ye, û bal kişand ser ko ew komkujî bi şêweyê mezheperestî pêk hatine bi amanca nakokî û mijarên mezhebî li civakên xwecihî gûr bike.
Elhesen got ku derkirina Îran û milîtanên wê ji Sûriyê kilîta çareseriya aştiyane ye, û destpêkeke rastîn ya têkbirina tiroristiyê û vegerandina peywendiyên civakî ye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî