Îro çarşembê karê komîta destûrî li bargehên Netewên Yekgirtî li Cinêvê li Siwîsra bi amadebûna hemû endaman dest pê kir. serokê hevbeş yê komîta destûrî birêz Hadî Elbehre li ser giringiya serkeftina karê komîtê û tekûzkirina pirosesa siyasî tako bigehên çareseriyeke siyasî ya dad li gora biryara Netewên Yekbûyî 2254 tekez kir
Elbehre di gotina xwe de ya destpêkê li ser giringiya dîtineke hevbeş ya komîta destûrî tekez kir ko derdê miletê Sûrî bidawî bike, bi destpêkirina karê komîta destûrî ev qonaxa Sûriya nû dest pê dike, tekez kir ko giring e ev pêngav tekûz bibe ko şopeke mezin li ser pirosesa siyasî û rewşa civakî bike.
Her weha li ser serberziya bi pêmayê hevbeş tekez kir, ew mijara ko yên civiyane û hemû miletê Sûrî tê de beşdar in, li ser danîna paşeroke taybet bi hemû Sûriyan tekez kir, ko welat vejîne û kesî di ser kesî re nebîne û rêzê li piralîbûna siyasî û corbicoriya regezî û civakî bigire.
Got: ger em vê bikin rastiyeke dirist, gerek em rewşa heyî biguherin, gerek em Sûrî awayê ramana xwe biguherin.
Giring e em tiştê ji Sûriyê maye biparêzin, piştî wêraniya ko bi qebareya xwe wêraniya Almanya ya piştî cenga cîhanî ya duyem derbas kiriye.
Daxwaz kir ko girtî û yên hatine veşartin bêne berdan, ko ew giringtirîn kêşe ye ko ew ji wan û malbatên wan re mafekî rewa ye tako bawerî di navbera aliyên Sûrî de ava bibe û avakirina baweriyê di pirosesa siyasî de pêk bê.
Di gotina xwe de got: ‘’bû dem ko em bêjin serkeftin li Sûriyê ew her tişt e ko dadweriyê û aştiyê cîbicî bike û ne ew serkeftina di cengê de ye, ev serkeftina bi tenê ye ji bo hemû Sûriyan e. ‘’
Destnîşan kir ko biryarên ko komît bi tevayî bistîne dê bandora wan li ser paşeroja zarokên Sûriyê hebe û got: paşeroja wan di nav destê me de ye bi hêvî me em wan jê bêpar nekin, li welatekî rûmeta hevwelatiyan biparêze û azadiya wan ya kesayetî û ya tevayî di dewleta hevwelatiya wekhev de bibîne.
Şandyarê navnetewî di gotina xwe de tekez kir ko destpêkirina karê komîtê kêlîkeke dîrokî ye ji bo gengeşekirina giringtirîn kêşeyên civaka Sûrî û bal kêşand ser ko komît mafdar e reşbeleka destûrî binivîsîne.
Şandyarê navnetewî got: komît dibe destûra giştî ya sala 2012ê gengeşe bike an reşbeleke guherîna destûrî deyne, dibîne ko destûr milkê miletê Sûrî ye ew tenê dikare biryara paşeroja welatê xwe bide, rola Netewên Yekgirtî tenê hêsankirina karê komîta destûrî ye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî