1200 hecaciyên Sûrî ji firokxana Xazî Entab gihiştin Erebistana Siûdî ji bo ferza Hecê ya sala 2017ê bikin.
Hevrêzkarê ragihandinê yê komîta bala ya Hecê Ebdulrehman Nehlawî di daxuyaniyeke taybet de got ku du karwanên Hecaciyên Sûrî ji Xazî Entab û Reyhaniyê yên Tirkiyê gihiştin Siûdiyê, û diyar kir ko roja duşembê karwanê sêyem ko hejmara wî 694 hecacî ne wê bigihên.
Elnehlawî bal kêşand ser ko kadirên komîta hecê ya bala pêşwaziya Hecaciyên Sûrî kir û rê li firokxanê ji wan re hêsan kir da bigihên cihê bicîbûna xwe, û li wêde şopandina xizmeta wan di rêya nivîsgeha bijîşkî û olî û birêveberî yên bi ser komîtê ve dibe.
Komîta Hecê ya bala ragihand ko hejmara Hecaciyên Sûrî vê salê dê bigihê 15hezaran, yên ku wê ji Sûriyê û dewletên derdorê û Misir, Qeter, Îmarat û Kiwêtê bên.
Komît karûbarê Hecaciyên Sûrî ji pênc salan ve rêve dibe, û xizmetan ji hecaciyan re pêşkêş dike, ji standina vîza heta gihiştina xaka pîroz, her weha kadirên komîta birêveberî û bijîşkî û yên xizmetkariyê, karûbarên wan birêve dibin heta ko Heca xwe bidawî bikin û bixêr vegerin malên xwe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî