Şandek ji komîta bala ya Hecê bi serokatiya emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nezîr Elhekîm li Kongirê cîhanî yê Hec û Umrê yê ko li paytexta Endenûsya Cakirta li dar ket beşdar bû.
Digel Elhekîm, Samir Bêreqdar birêveberê Heca Sûrî û Ziya Şehbender endamê komîtê beşdar bûn.
beşdarbûyan çend dîtin û pêşinyaz û çareserî gotûbêj kirin da ji wezareta Hecê ya Siûdî re pêşkêş bikin, her weha şiroveyeke berfireh ji sindoqa Hecê re ya li Malîzya û Endenûsya tê de balkêş bûn, her weha pirojeyê qurbaniyan pêşkêş kirin.
Li rex civînên kongir emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî bi şêwirdarê serokê Endenûsya û wezîrê Hecê yê Morîtanya û wezîrê karûbarê Hecê yê Lîbî û çend beşdarbûyên kongir û serokên şandên welatên cobicor re civiya.
Emîndarê giştî di kongir de li ser rewşa Heca Sûrî û nîrên nuha û xizmetên ku komîta Hecê ya bala ji hecaciyên ko ji Sûryê û dewletên cîran tên re pêşkêş dike axivî.
Û bal kişand ser çakkirinên di şandên dema Hecê de pêk hatine, û spasiya Erebistana Siûdî kir li ser pêşveçûna karê mezin yê ko hemû kes sal bi sal dibîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî