Komîteya Heccê ya Bilind ya bi ser Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî ve, ragihand ku îsal heccacî naçin hecê, li gorî biryara Erebistana Siûdî ya hatina heccaciyên ji dervayî Erebistana Siûdî ta sala dahatî helawîstiye.
Û Komîteyê di daxwiyaniyeke xwe de ji heccaciyên Sûrî re got ku em lêborênê dixwazin ji ber agahiya helawîstina pêşwazîkirina heccaciyên ji derveyê Siûdiyê ta werzê heccê yê sala 1441k-2021z, û tenê îsal derfet ji nişteciyên hundurê wî welatî re heye, ji regeznameyên corbecor, bi hejmarin herî kêm, ji ber kêşeya Vîrosa Korona.
Û Komîteyê tekez kir ku biryara Şahneşînê yek ji zincîreke kartêkirinên xweparastinê yên ku Erebistana Siûdî biryar pê daye ye, daku heccacî û kesên temen mezin biparêzin.
Û Komîteyê eşkere kir ku tevaya kesên îsal navên xwe tomar kirine û qeyda xwe çespandine, ew pêştirîn kesên dê di werzê heccê yê tê de 1441k-2021z werin pejirandin.
Û bal kişand ser ku ofîsên wê dê bi dirêjiya salê di pêşwaziya kesên pirsên wan hebin da rewşa xwe bişpînin berdewam bin.
Û berê Wezareta Heccê ya Erebstana Siûdî ragihandibû ku hecca vê salê dê bi hejmarin pir hindik ji regezên cûrbecûr ji yên di hundirê Siûdiyê de dijîn birêve biçe.
Û Wezareta Heccê got ku sedema vê biryarê, belavbûna Vîrosa Korona li zêdetir ji 180 dewletên cîhanê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî