Komîtiya Cizîrê û Firatê ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, çend hevdîtin li gundewarê Helebê ligel komîteyên xwecihî lidar xistin, ji bo gotûbêjkirina bûyerên rojhilatê Firatê û mîkanizmên damezrandina encumanên xwecihî bi beşdariya xelkên deverê ji bo birêvebirina navçeyên xwe.
Ev girûp ji nûnerên desteya koçberên Dêrazorê û desteya siyasî ya navçeya rojhilat li Cerablis û rûsipiyên al-Bokemal û korbenda rojhilat ya niştimanî pêk hatibûn, û giringiya peywendiyan di navbera Hevbendiya Niştimani û koçberên navçeya rojhilat hat piştrast kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî û kordînatorê komîteyê Uqab Yihiya got ku Hevbendiya Niştimanî giringiyeke mezin dide paşeroja navçeya rojhilat, bi taybetî li jêr sîbera pêşketin û danûstandinên Amerikayê Tirkî ji bo avakirina herêmeke ewle li rojhilatê Firatê û amadekarîyên niştecîhên deverê ji bo birêvebirina navçeyên xwe bê destêwerdana milîsên PYD.
Yihiya bal kişand ku ew girûpên hatine dîtin, gelek gilî pêşkêş kirin li ser mîkanizma pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo navçeyê, ligel lîstokên dibûn dema damezrandina encumenên xwecihî, ku hin kes li ser encumenan dihatin ferzkirin.
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Abdul Basit Abdul Latif tekezî li ser karê çareserkirina hemû astengiyên dikevin di riya xelkê navçeya rojhilat de kir, û hevdîtin bi “erênî û berhemdar” da zanîn, û got: “Me raman û boçûnên binirx li gel hemû kesayetiyan derbarê rojhilatê Firatê şirove kirin”.
Wî bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî bi hevkariya hikûmeta demkî, wê kar li ser bihêzkirin û xurtkirina têkilîyên ligel xelkê navçeya rojhilat bike, û got ku ev yek wê erênî bandorê li şiyana wan a birêvebirina navçeyên xwe bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî