Wek beşekî ji pilana xweparastina ji Vîrosa Korona ya ku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi hevkariya Hikûmeta Sûrî ya Demkî û hemû saziyên rêvebirinê pê radibin, kolîja bijîşkî ya zanîngeha Heleba azad, roja pênşembê, korsek rahênanê li ser awayên xweparastina ji Vîrusê Korona ji xwendekarên xwe re li dar xist.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî, Ahmed Şihadê, li Korsê amade bû, û kors ji alîyê rêvebirê zanîngehê Dr. Jawad Abu Hatab, serokê berê yê Hikûmeta Sûrî ya demkî hate birêvebirin, digel hejmarek ji bijîjkan, û waneyên rahênanê bi hişyarî dihatin dan, ji bo parastina xwendekar û mamosteyan ji vê nexweşiya vegir.
Û Armanc ji korsê ew e, tîmekê ji xwendekarên sala çaremîn û pêncemîn û şeşemîn amade bikin, ji bo ku bi helmeteka hişiyariyê derbarê metirsiya belavbûna Vîrusê Korona li kampan û hemî deverên rizgarkirî rabin, û di heman demê de lêkolînên meydanî û serjimariyê jî bikin, derbarê rewşa welatiyan û şêweyê jiyana wan, û naskirina asta şiyanên wan ên cîbicîkirina pîvanên xweparastinê.
Û Yekîneya Hevrêzkarên Piştgiriyê, û Encûmanên Parêzgehan û hin saziyên di warê tenduristiyê de dixebitin, ligel dezgehên polîs û Artêşa Niştimanî, dê li gel wê tîmê amade bin, û alîkariyê bi tîma bijîşkan re di hemû karên tên xwestin de bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî