bi dehan kesên sivîl, di nav wan de jin û zarok jî hebûn li Der’a û derdorên wê şehîd û birîndar ketin, ji ber oparesyona leşkerî ya li ser başûr ji aliyê Esed û hêzên Rûsiya ve, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku ev tawanên şer yên ji aliyê rijêmê pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê lawaz dike.
Û “Nivîsîngeha belgekirina navên şehîdan li Der’a ” got ku nêzîkî 20 kesên sivîl, di nav de zarok û du jin şehîd ketin, piştî bombebarana gundên rojavayê Der’ayê bi hêrişên firokên şer û topxaneya giran.
Çalakvanên Der’ayê eşkere kirin ku bermîlên teqîner bi berfirehî di 48 saetên dawî de ji aliyê rijêmê hatin bikaranîn, û hin bermîl li Der’a beled, û herweha li “Newa” û “Tefes” û “Kehil” û “Al-Musayfirah” û “Om Almiazn” ketin, herwiha bajarê “Ne’êmeh” bi mûşekên “erd – erdê hat bombebarankirin.
Serokê Koalîsyona Niştimanî birêz Abdul Rahman Mistefa, diyar kir ku “Der’a di bin agir deye”, û da zanîn ku “beşekî mezin ji xelkê ji malên xwe bo cihên din ji ber bombebaranê bar kirine.”
Berdewam kir û got: “mirov û kevir bi firokên Rûsya têne şewtandin, û milîsên Îranê û Esed tawanên Şer pêk tînin”, û pirsyara rola dostên gelê sûriyê di piştgiriya şpreşvan û Sûriyan ji bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê