Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa tekez kir ko tawankariyên cengê yên ko rêjîma Esed û Rûsya li Sûriyê pêk tînin bi demê re têk naçin, û got ew dê rojekê lêpirsînê digel wan bikin.
Mistefa operasiyonên wêrankirina hêzên Esed û Rûsya ji navendên bijîşkî û nexweşxane û dibistan û bazaran re pirotesto kir û got ku ew tawankariyên cengê ne.
Diyar kir ko Rûsya û Esed û milîtanên Îranî yên tirorist bêtir ji 20 navendên bijîşkî li bakur wêran kirine, û bal kêşand ser ko ya dawî nexweşxana Dar Elhikmê li bajarê Kefer Nibil li gundewarê Idlib bû.
Alavên ragehandina xwecihî anîne ziman ko êrîşan nexweşxana Dar Elhikmê roja sêşembê amanc kirine û wê hişt ko ji xizmetê bi giştî derkeve.
Bêtir got ku rojên dawî operasiyoneke metirsîdar li dijî sivîlan pêk hatiye, ko çekên qedexeya navdewletî di operasiyonê de û bermîlên teqîner bikar hatine.
Her weha toreya Sûriyê ya mafên mirovan aşkere kir ko rêjîma Esed hefteya bûrî çekên kîmawî li gundewarê laziqiyê bikar anîne, di van operasiyonên leşkerî yên dawî de yên ko kontrolkirina Idlibê amanc dikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştim