Cîgira serokê Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Dîma Mûsa, diyar kir ko yasaya hejmar 10 ya rêjîmê derxistiye , gelek bandorên wê yên neyînî hene li ser pirosêsa siyasî û veguhastina siyasî ya li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara navdewletî 2254ê.
Ev gotin hat di beşdarbûna Mûsa di kargeha kar de ya ko dezgeha (Elyewm Eltalî) rêkxistin kiriye, têde aliyên siyasî û abûrî yên yasayê hatein gengeşekirin, û dadwer û parêzer û pisporên yasayî û nûnerên hin dewletan û rêxistinên navdewletî lê amade bûn.
Mûsa tekez kir ko derxistina rêjîmê ji vê yasayê re di heman çaxê ko behsa danîna destûreke nû ji welat re dibe, diyar dike ko ew hêj ne jidil pirosêsa siyasî dixwaze, û palê dide ser çareseriya leşkerî ya xwîndar .
Mûsa bal kişand ser ko yasa nahêle veguhastina siyasî ya tekûz ya li gor biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê pêk were, ji ber ew nahêle penaber û derbider li mal û milkên xwe vegerin, û ev arîşeyekê di pirosêsa hilbijartinan de peyda bike, û destnîşankirina herêmên hilbijêrneran aloz dibe.
Cîgira serokê Hevbendiyê destnîşan kir ko rêjîm hewil dide ko tawankariyên cengê yên ko di çend salên borî de hêzên wê pêk anîne binixumîne û nîşandekên wan têk bibe, û ev pirosêsa vekolînê ya tawankariyên cengê asteng dike û misogerkirina dadweriya veguhêz aloz dike.
Çend dewletan rexneya wê yasayê kir, wek Elmanya, û wezareta derve ya Elmanî dibîne ko ‘’Esed hewil dide ko rewşê li Sûriyê ji kok ve ji bo berjewendiya xwe biguhere, û wê vegera penaberan dijwar bibe. ‘’
Her weha Semîr Ce’ce’ serokê partiya hêzên Libnanî tekez kir ko yasaya 10 metirsiyeke mezin e, ewê bihêle penaberên Sûrî li Libnanê bimînin, û serokê desthilata Libnanê Se’ed Elherîrî jî got : “Çi karê yasayê nîn e, ji bilî ko nahêle penaberên Sûrî li malên xwe vegerin, û gefê li sedhezarên derbideran dixwe ko wê milkên wan bibin eger di demeke destnîşankirî de venegerin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî