Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Bedir Camûs, salixê peywendiya rêjîma Esed û Îranê da ku ew endamên yek laşî ne, û bal kişand ser ko girêbestên vê dawiyê navbera herdu aliyan hatine imzekirin, armanc jê çesipandina hebûna îranê wek rewşeke dîfakto ye.
Camûs di daxuyaniyên taybet de evro got ku rêjîm bi Îranê re di peywendiyeke xurt de ye, û tekez kir ko ‘’Ew berdewamî ye ji hebûna îranê re ‘’, her weha destnîşan kir ko bidawîkirina pirojeyê Îranî li Sûriyê bi dawîkirina rêjîma Esed ve girêdayî ye.
Camûs got ku rêjîma Esed karê firotina Sûriyê bo îranê dike, di riya imzakirina peymanên bazirganî û veberhênanê yên demdirêj re, û got: ‘’ Em wan napejirînin û ew dibin astengiyeke li pêşiya pirosêsa siyasî‘’.
Têwerdana Îraî di Sûriyê de rêgir e li pêşiya pêşketinê, çi di pirosêsa siyasî de be, an li ser asta başkirina dosya mirovî be, li gor Camûs dibêje, û weha jî got: Dosya tawankariyên cengê bi sedema vê têwerdanê mezin dibe, û bi nerênî bandorê li aramiya herêmê û vegera ewlehiyê dike.
Û daxwaz ji dewletên erebî “ên ko şaşiyek mezin kirin dema peywendiyên xwe birêjîmê re vegerandin” kir, ku li helwestên xwe vegerin, û tekez kir ko eger helwestin jidil li dijî Îran û rêjîma Sûrî bigirin, dê helwest bête guhertin, û benê abûrî û siyasî li stiwê wan teng bibe.”
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ev girêbest “ne danpêdankirî ne û ew betalkirî ne‘’, û bal kişand ser ko dê desteya desthilatdar ya veguhêz veberhênanê li Sûriyê pesend bike, ya ko wê yek ji berhemên pirosêsa siyasî ya ko ji aliyê Netewên Yekgirtî be, li gora daxuyaniya Cinivê û biryara 2254.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî