Seroka ofîsa karubarên penaberan li Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, Emel Şêxo, tekez kir ku Rûsya hêjî berdewam e di hewldanên xwe de ji bo vegerandina penaberên sûrî ji derveyî çarçoveya çareseriya siyasî, ya ji bicihkirina biryarên navnetewî û bi taybetî bicihkirina daxuyaniya Cenevre û biryara 2254 pêk tê.
Û îro duşemê di daxuyaniyeke taybet de got ku Moskow dixwaze penaber vegerin di demekê de ku hêjî komkujî, binçavkirin û îşkence li ser destê hêzên rejîma Esed û milîsên alîgirên rejîmê berdewam in, û herwiha ragihand ku ev yek penaberan têxe ber rîskê de, bi taybetî jî ji ber ku hejmareke zêde ji penaberên berê vegeryayî; rastî kuştinê hatibûn, û ev yek ji aliyê Wezîretekî Libnanî yê berê hatibû gotin.
Wê da zanîn ku daxuyaniyên vê dawiyê yên seroktîp Mikhail Mizintsev, yên derbarê pirsa dirêjkirina dema xizmeta leşkeriyê ji bo penaberên Sûrî yên vegerin, rastiya berdewamiya Rûsiya li ser rêbaza wê ya piştguhxistina daxwazên welatiyên Sûriyê ya ji bo guhertina berfireh di hundirê welêt de diyar dike, û piçûkirina doza Sûrî û tenê hiştina wê di çarçova vegera penaberan û avadankirinê de.
Wê got ku ev daxuyanî bi eşkereyî destêwerdana neqanûnî di karûbarên navxweyî ya Sûriyê de xuya dike, ku ev pirs girêdayî ye bi pirsa miletekî ku xebatê ji bo avakirina dewleteke demokratîk ya xudan azadî, rûmet, dadperwerî û wekhevî dike.
Wê piştrast kir ku nabe penaberên Sûrî vegerin warên xwe, bêyî dabînkirina ewlehiyê li gorî pîvanên Netewên Yekbûyî yên li ser ewlehiya kesên vedigerin, û mafê vegera wan li cih û warên, bi rêya çareseriya siyasî ya ku bersîva daxwazên gelê Sûriyê bide, ji bo guhertinê û jiyanek azad û bi rûmet, bêyî zordarî û zorkaran.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî