Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, li cinêvê, bi tîma nûnerê Netewên Yekbûyî yê bo Sûriyê, Gerd Pederson, re civiya, û jê xwest ku bi tevaya rola xwe di bicîhanîna biryara 2254 de rabe, her weha jê xwest ku aliyê pirosesa siyasî jikar dixîne destnîşan bike, mîna tişta di proseya destûrî de çêbû.
Û Şanda Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku erkê herî mezin li ser milê tîma nûnerê NY ye, derbarê bicîhkirina biryara 2254an, ya ku di xala xwe ya pêncemîn de diyar dike ku têkiliya mezin di navbera bicîanîna agirbestê û domandina pêvajoya siyasî ya rastîn de heye, ji bilî tiştên din ên têkildarî gavên avakirina baweriyê, nemaze yên têkildarî girtiyan û bêserûşûnên bi kotekî.
Û şanda Hevbendiya Niştimanî diyar kir, ku rojane gelê Sûriyê rastî pir şêweyên binpêkirinan tê, yên jiber wan bobelata mirovahî didome û zêde dibe, ji ber ku rejîma Esed bi piştgiriya Rûsya û milîsên Iranî, operasyonên leşkerî li parêzgeha Idlib û başûrê rojavayê Helebê berdewam dike, û ji sala 2011an de bi vî awayî pêlên derbideriyê çênebûne, û got ku di pileya yekemîn de sivîl tên armanckirin ne rêxitinên terrorist.
Û dît ku mebesta van operasyonan ferzkirina çareya leşkerî û sernexistina proseya siyasî û têkbirina wê bi temamî ye.
Û şanda Hevbendiyê ji tîma şanderê navdewletî re belge û belavokên derbarê tawanên rejîmê li dijî sivîlan, nemaze jin û zarok, pêşkêş kirin, û got ku rêjîm jin û mêran di bikaranîna tundiyê de wekhev dibîne, û girtin, îşkence û kuştinê bi her awayî dikê.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî