Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulîlah Fehid û endamê desteya siyasî Bedir Camûs, duhî li roja pêncşemê li Waşinton ligel cîgirê wezarê derve yê Amerîka Mayikil Rantî kom bûn, û tê zanîn ku şanda Hevbendiyê wê di serdana xwe çend hevdîtinan ligel berpirs û diblomatkarên welatê navhatî pêk bîne.
Di hevdîtinê de herdu aliyan behsa danustandinên Jinêvê kirin yên ku li demek nêzîk wê destpê bikin ji bo gengeşekirina piroseya veguhestina siyasî li Sûriyê, ligor tekesta daxuyaniya Jinêv1 û biryara 2254 ya encûmena asayîşa navdewletî.
Di hevdîtinê de zêdetir behsa mîkanîzmên piştgiriya şanda gelê Sûriyê di gerên danustandinan yên bên de hat kirin, û şanda Hevbendiyê tekez kir ku piroseya veguhestinê destpê dike bi dirustkirina desteyeka hikumraniyê û bixwegirtina sercem desthilatdariyên cêbicêkirinê û tevî dedthilatdariyên serokkomar.
Herwiha şanda Hevbendiyê cext li ser giringiya piştgiriya gelê Sûriyê kir û herwiha piştgiriya pirojeyên hikumeta demkî yên li navçeyên rizgarkirî dibin bi armanca pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkê Sûriyê bi tevayî.