Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf namak ji emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Entonyo Gotîrîs re û her weha ji balyozên dewletên hevalên miletê Sûrî re şand, derbarê parastina belgeh û qoçanên encûmena Reqayê.
Sêf tekez kir ko giring e belge û qoçanên malan li bajarê Reqayê bêne parastin, û di belgenameya xwe de got ku Hevbendiya Niştimanî dibîne giring e hûn pêrabûnên parastina depoyên ew belge tê de ne bikin, û hêzên leşkerî yên bi ser we ve şîret bikin li gora berpirsiyariyên we yên yasayî û siyasî û sincî .
Sêf got ku hemû dewletên di hevpeymana navdewletî de beşdar in berpirsiyariya yasayî ya tekûz a parastina belgeyan hiltînin, û her weha berpirsiyariya kirdeyên hêzên din jî yên ko ew piştgiriya wan dikin ên ko nuha herêmê kontrol dikin, çi yên Encûmena Minbic ya Leşkerî an Hêzên Sûriya Dîmuqrat an yên din bin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ew amade ne ji bo dabînkirina tîmeke kar ji bo vê mijarê da parastina van belgehan dabîn bikin û wan bigehînin cihekî aram.
Sêf diyar kir ko ev tişt dê nehêle bêtir ziyan û bêserûberiya rêveberî çêbibin, û dê tiştê mayî ji mafê miletê Sûrî li parêzgeha Reqayê bi giştî û li bajarê Reqa bi taybetî biparêze
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî