Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdulrehman Mistefa peyamek şand ji bo NY û Yekîtiya Ewropî û komkara Erebî û Encûmena hevkariya Kendava Erebî û Rêxistina hevkariya Îslamî û çend serokên Erebî û biyanî re, têde daxwaza standina rêşûnên bilez ji wan kir ji bo rawestandina berdewamiya bikaranîna çekên kêmiyayî û dadgehkirina gunehbaran û di serî de Bişar Esed.
Mistefa di nameya xwe de tekezî kiriye li ser giringiya girtina rê li pêşiya koçberekirina nû li dijî xelkê Dûma li Xûta rojhilat, û daxwaza dubarekirina dûvçûneke giştgîr li ser bernameyê Rêxistina qedexekirina çekên kêmiyayê ya derbarê jinavbirina çekên kêmiyayî yê rijêma Esed kiriye, û daxwaza çareserkirina sercem kêmasiyên wê yên derfet dane rijêmê ji bo parastin û bikaranîna çekên kêmiyayî kiriye.
Serokê Hevbendiyê cext kiriye ku tawaneke şer ya berfereh li dijî sivîlan hatiye pêkanîn û nabe çav jê bête girtin, û di nameya xwe de gotiye: ku “berdewamiya têkşiketina berpirsiyaretiyê nameyeke nû dide xelkê Sûriyê ku derdeseriya wan wê berdewam bimîne, ligel dadgehnekirina tawanbaran, herwiha wê bibe fakterê jinavbirina piroseya siyasî ya bi çavdêriya NY bi carekî, û wê derfetên çareseriya siyasî kêm bibin”.
Û bal kişand ku berdewamiya bikaranîna çekên kêmiyayî bi binpêkirina biryarên navdewletî û dijberiya wan bi awayekî eşkere tê dîtin, û got: “ku ev hejmara bitirs ya bikaranîna çekên kêmiyayî ji aliyê rijêma Esed diyar dike ku tawanbar zêdetir çavsor bûne li ser tawankariyan bi mifadîtina ji bêdengiya navdewletî û nebûna dadpirsînê “.
Û got ku “birînên xelkê Sûriyê bi dadweriyê û azadiyê û rûmetê û bi Sûriyayeke nû bê kuştin û zordestiyê çareser dibin… bi Sûriyekê ya xebat ji bo wê her ji sala 2012an de dibe”.
Mistefa ew handan li ser ku “xemsar nemînin li hember bidawîkirina derdeseriya xelkê Sûriyê”, û daxwaza dadgehkirina tawanbaran û dabînkirina mafên azadî û rûmet û dadperweriyê bo milet kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî