Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê birêz Ebdilrehman Mistefa digel şandyarê Holendî yê taybet bo Sûriyê Cîrard Sîg civiya û tawankariyên cengê yên ko rêjîma Esed û milîtanên tirorist yên Îranî derheqê sivîlan de pêk tînin gotûbêj kirin.
Civînê karîna kartêkerina pêvajoya pirosêsa siyasî li Cinêvê ya ko netewên yekgirtî çavdêriya wê dike gengeşe kir, û herdu aliyan li ser dîtina çareseriyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê û misogerkirina veguhastina siyasî ya tekûz li Sûriyê tekez kir.
Birêz Mistefa rola rêjîma Esed bo serokatiya melbenda netewên yekgirtî ya rakirina çekên kîmawî û atomî red kir, û dibîne ko ew êşandinek li wijdanê mirovîniyê re ye, û çavgirtineke ji qurbaniyên Esed ên êrîşên kîmawî, yên ko bêtir ji dused êrîşan hebûn.
Serokê Hevbendiya niştimanî di hevdîtinê de hişyarî ji encamên yasaya 10 ya rêjîmê derxistiye da, ya ko maf dide rêjîmê ko destê xwe deyne ser wan milkên penaber û koçberan, bi behaneya rêkxistinkirina herêmên wêrankirî, û wê û ev bihêle nema penaber karibin li herêmên xwe vegerin.
Bal kişand ser ko ew dê koçkirina kotekî ya ko li herêmên corbicor li Sûriyê bi destê rêjîma Esed û Rûsya û Îranê çêbû rewa bike, û got ku ew jî dikeve nav tawankariyên cengê de, û li gora yasaya navdewletî tête sizakirin.
Û daxwaz kir ko giring e sivîl li Idlib û gundewarê wê bêne parastin, piştî ko ew herêm tije niştecih bûne bi sedema ku gelek koçberan xwe li wir girtine .
Û got ku divê alîkariyên lezgîn bo koçberan bêne pêşkêşkirin, û destnîşan kir ko hejmareke mezin ji sivîlan piraniya wan zarok û jin in bê xwarin û cih mane.
Hevbendiya niştimanî diyar kir ko pêşkêşkirina xizmetan ji niştecihên herêmên rizgarkirî re, di rêya desthilata Sûrî ya demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê re ye, û kar ji bo damezirandina encûmenên xwecihî ên nûnertiya tevaya herêmê bikin berdewam e.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî