Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Abdul Rehman Mistafa, ligel Cîgirê Wezîra Derve yê Amerîka ji bo karûbarên Şamê û nûnerê taybet ji bo Sûriyê Joel Reborn civiya, û her du aliyan behsa komkujiyên dawiyê yên hêzên Esed li dijî welatiyên sivîl li çend deverên Idlibê kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser girîngiya sizadana gunehkarên tawanên şer kir, ji ber ev yek beşekî sereke ji pêvajoya siyasî ya li gor biryarên navnetewî ye, bi taybetî jî daxuyaniya Cenevre û biryara 2254, û bang li Washington û hevalbendên wê kir ji bo sepandina fişarên bêhtir li ser rejîmê ji bo pabend bibe bi peymana Idlibê û agirbestê û prosesa siyasî.
Û got: “Bi tenê berdewamiya komkujiya li Xanşîxon û Miret Elnihman. . ji aliyê rêjîmê dibînin, .. giring e ku peymana kêmkirina oparesyonan pêş bikeve, em ji hevalbendên xwe dixwazin ku berdewam fişaran bêxin li ser rejîmê ji bo parastina vê peymanê û misogerkirina bicihkirina wê bi temamî”, û got: “em li dijî hemû rêxistinên terorîst in” .
Li ser pêvajoya siyasî, Mistefa bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî hêjî piştgiriya avakirina komîteya Destûra Bingehîn dike, wek destpêk ji bo prosesa siyasî, û bal kişand ku “tişta giring li rex me, ku lîste li ser bingeheke rast û hevseng û li gorî pîvanên Netewên Yekbûyî be”, û hêviya xwe anî ziman li ser bicihkirina biryara 2254 bi timamî bi herçar pakêtên xwe ve û ne tenê Komîsyona Makezagonê.
Wî her wiha tekezî li ser pêwistiya timamkirina rêkeftinê di navbera Turkiyê û Amerîkî de kir, û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî piştgiriya lihevhatineke wiha dike, û got: “Em şad dibin bi vê lihevhatinê û bûyerên li hevdîtina dawiyê”, û tekez kir ku “Ya herî giring ji bo me ew e, ku dema vekişîna (Amerîka) rêjîm yan Îran yan jî rêxistinên terorîst wê valahyê tije nekin”.
Ji aliyê xwe ve, birêz Joel şiroveyeke dirêj li ser hevdîtinên vê dawiyê li Washington ligel welatên herêmê derbarê fayilê Sûrî pêşkêş kir, û diyar kir ku hevdîtinên cidî û baş bûn, û tekez kir ku “viyana hemû aliyan heye ji bo dîtina rêkeftinekê”.
Herwiha bal kişand ku welatê wî bawer dike ku pêwîstî bi duristkirina herêmeke ewle heye, bêyî hêzên rejîmê yan jî hevalbendên wê, û diyar kir ku vekêşana hêzên Amerîkî ji Sûriyê, guherîneke tektîkî ye û ne guhertinek e di siyaseta amerîkî de, û tekez kir ku bêyî dîtina çareseriyeke siyasî ya demdirêj dê çi pêşketin nekeve di prosesa pêşkêşkirina alîkariyan yan nûavadankirina Sûriyê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî